Çavkaniya şifayê germava Çermugê bi hilweşanê re ru bi ruye

12:48

Derya Ceylan / JINHA


AMED – Germava ku li navçeya Çermugê ya Amedê ji bo gelek nexweşiyan dermane. Ji ber wê jî pir mirov diçin li ser wê germavê û jê sudê digirin. Welatiyên Çermugê diyar kirin ku Germava Çermugê xwediyê taybetiyek wihaye ku yek ji cihên herî kevnare yê niştecihbûna mirovane. Germava Çermugê ya ku ji bo gelek nexweşiyan şifaye û gel pir diçin li ser germavê û nexweşiyên xwe wiha pak dikin. Lê mixabin ji ber li germavê nayê nêrîn germav ber bi hilweşînê diçe.


Di tevahiya cîhanê de piştî germava İtalya yê germava Çermugê ya duyemîne. Ava wê ya germ kengê derdikeve ne diyare. Li gorî lêkolînên hatine kirin asta germahiya ava germava Çermugê ji sedî 48 dereceye. Din ava ava wê de gelek madeyên weke kukurt û radyoaktif hene. Li gorî lêkolînên heta roja îro hatîn kirin jî hîna nehatiye zanîn ku çavkaniya vê avê ji kuderê tê. Çermug ya ku berê navê wê Aberna bûye bi germava xwe di dîrokê de jî bûye cihekî giring yê niştecihbûna mirovane. Çermug bi vê germava xwe ya navdar bûye yek ji navçeyên Amedê yên xwediyê dîrokek kevnare. Cihên dîroki yên Çermugê yên weke pira Haburman û germava wê bûye sedem ku ji aliyê derdor û turistên ji cihên cuda jî tê ve rastî eleqeyek mezin tê. Lê di aliyê aborî de heta niha tiştek ji bo wê nehatiye kirin. Ji welatiyên Çermugê Emîne Aydin da zanîn ku germava Çermugê ya ku dermanê gelek derdane lê niha ji bê xweyetiyê xiradibe.


‘Germavên me li ber hilweşanê ne’


Emîne destnîşan kir ku germava Çermugê dermanê gelek nexweşiyên weke ramatîzmê û naxweşiyên cudaye û got: “Germavên me li ber xirabûnê ne heta niha tuştek ji bo germavên me nehatine kirin.” Emîne derbirî ku teybet jî di demsala havînê de hem ji derdor û hem jî ji aliyê turîstên ku ji derve tên germav rastî eleqeyek mezin tê.


‘Dixwazin germavan weke milk bi kar bînin’


Emîne diyar kir ku li Çermugê piştî çandinî û pez xwedîkirinê di aliyê aborî de germava Çermogê tê. Emîne anî ziman ku germav dibin bandora şaredariyêdeye û got: “Dahata ku ji germavê tê diçe şaredariyê. Di vê dahatê de tu sudê Çermugê çênabe. Li vê derê du yan jî sê jin dixebitin. Min dixwest ez weke berpirsê paqijiya germavê bixebitim. Di germavê de tenê jinek dikarê bixebite. Ji yên ku tên li ser germavê 1 TL ji wan tê girtin. Muçeyek rêkupêk nîne û bi vî awayî debara xwe dikin.”


‘Ez şerm dikim ji kesê re bêjim werin germava me bibînin’


Harun Karakoyun jî da zanîn ku ji demên gelek kevin heta niha ban germavan ji bo mirovan û taybet jî di aliyê nexweşiyan de xizmetên mezin kirine û got: “Heta niha di aliyê paqijiya germavan de karek baş nehatiye kirin. Mirov ji bo tenduristiyê tên li vêderê lê germav di rewşeke ne başdene. Dema ku welatî ji bo tenduristiya xwe tên li ser germavê û germavê di vê rewşa nebaş de dibînin bi vî halê germavê aciz dibin. Ji ber van sedeman em nikarin ji kesê re bêjin werin germava me bibînin. Dema ku hinek dipirsin ‘hun çima me dawetî germava xwe nakin’ ji şermanan em bê deng dimînin.”


‘Girêdayî germavan tu alîkariya şaredariyê çêndbûye’


Harun destnîşan kir ku heta niha tu alîkariya Şaredariya Çermugê ji bo germavê çênebûye û got: “Girêdayî rewşa germavê min gelek gotiye. Lê tuştek nehatiye guherîn. Êdî tu cih û tu kes nemaye kum in ev rewş negihandiye wan. Dema ku mirov tên li ser germavê xwe lê dixin û der dikevin cihek nîne lê runin û bêhna xwe bigirin. Ji ber wê jî heger li vê derê yan parqek yan jî cihek şînahî bê çêkirin dê baş bibe. Mirov bikarin li wê runin ça, qehwe tuştekê vexwin. Lê ji ber heta niha tuştek wiha çênebûye tenê rê li ber germavê re derbas dibe.”