Îstismara zarokan bandora xwe li ser wênevaniyê jî kir

13:23

JINHA


ERZURUM – Li Erzurumê Wênevan û Peykertiraş Tulay Çakir bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê girêdayî ‘Zarokên buk’ pêşangiha wêneyan vekir.


Li Erzurumê Wênevan û Peykertiraş Tulay Çakir bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê girêdayî mijara jinan ji wêne û peykerên ku çêkiriye pêşangihek vekir. Tulay Çakir ya 46 salî ya ku di Zanîngiha Ataturk de beşa Hunerê Ciwanekan bi yekeminiyê qedandiye girêdayî xebatên xwe yên wênevaniyê axivî. Tulay diyar kir ku ew di nava hunerê deye û bûyerek biçuk jî wê bandor dike û dihêle ku ew li ser wêneyên watedar xîz bike. Tulay da zanîn ku wê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ji bo jin nasnameya xwe nas bikin. Tulay destnîşan kir ku ji bo jin metirsî û hestên xwe hîsbikin wê pêşangeh vekiriye û got: “Min bi boyê wêneyên jinan yên renga reng çêkiriye. Gelek ji van wêneyan bukan didin xuyakirin. Bi her awayî hest di van wêneyan de hene. Di demên dewî de herî zêde mijara zarokên buk ez bandor kirime. Tiştên ku zarokên buk jiyan dikin di hindirê min de birînek vekiriye.”