Bi 4 zimanan vexwendnameyên Newroza Amedê

13:49

JINHA


AMED  - Di bin pêşengiya BDP û KCD’ê de dê bi şîara “Rêveberiya Azad Kurdistana azad” 21’ê Adarê Newroza Amedê bê pîroz kirin. Vexwendinameyên  Newroza Amedê ya 2014’an  bi 4 zimanan hatin amade kirin.


Dê dibin pêşengiya BDP û KCD'ê  de bi şîara "Rêbertiya Azad Kurdistana Azad", di 21'ê Adarê de  Newroza Amedê ya 2014’an bê pîrozkirin. Niha  amadekariyên Newrozê didomin. Ji bo Newroza Amedê ji çar aliyên cîhanê cihên weke Ewrupa Emerîka, Efrîqa û Rojhilatanavîn gelek rewşenbîr, nivîskar, balyozxane, siyasetmedar hatin vexwendin. Vexwendname bi 4 zimanên kurdî, tirkî, erebî û înglîzî hatin çapkirin. Çav lê ye ku Newroza îsal bi girseyek gelek mezin bê pîroz kirin.


Di heman demê de dê Newroza dîrokî ya Amedê a îsal bi qampanye ya “Ji Ocalan re Azadî” her du danan berdewam bike.