Jinên Zanîngihê pirsgirêkên xwe di ‘Qazana Cadiyan’ de kelandin

15:39

JINHA


EDENE – Aktîvîstên Kampus a Cadiyan ên ku li Zanîngiha Çukurova yê dixwînin pirsgirêkên jinan bi şêweyek balkêş protesto kirin. Jinên ciwan kincên cadiyan li xwe kirin û wiha tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de mase danîn prsgirêkên xwe kirin ‘Qazana Cadiyan’ û kelandin.


Aktîvîstên Kampus a Cadiyan ên ku li Zanîngiha Çukurova yê dixwînin bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li herêma R1 hatin bahev û çalakiyek li darxistin. Di çalakiyê de jinan dovîzên weke “Em cadiyin di serhildanê de nin”, “Zayendiya Of qazana cadiyan” û “Emê hesabê Ozge Gundogan bigirin” hatin hildan. Jinên ciwan yên ku kincên cadiyan li xwe kirin û wiha tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de masa danîn prsgirêkên xwe kirin ‘Qazana Cadiyan’ û kelandin. Li ser kaxezan nivîsên weke zayendî, baviksalarî û homofobik nivîsiyîne xistin hindirê qazanê û kelandin.


‘Em hîna li dibistanan dibin mexdurê perwerdehiya zayendîparêziyê’


Di çalakiyê de aktîvîsta Kampus a Cadiyan Deniz Uslu axivî. Deniz ew weke Kampus a Cadiyan tevlî hemû çalakiyên 8’ê Adarê yên li qadan de hatine kirin bûne. Deniz da zanîn ku ew dixwazin ne tenê ji derveyî zanîngihan her wiha di hindirê zanîngihan de jî çalakiyên cihêreng bikin û got: “Em hîna li dibistanan dibin mexdurê perwerdehiya zayendparêz. Emê îro weke Kempusa Cadiyan pirsgirêkên xwe bikin qazana cadiyan û bikelînin.”


Jinan bi gerandina dîlanê çalakiya xwe bi dawî kirin.