Qampanye ya îmzayan ya bi boneya girtina ‘girtîgihên zarokan’ hat despêkirin

16:38

JINHA


AMED – Bi boneye girtine girtîgihên zarokan bi daxwiyaniyek ya çapemeniyê qampanye ya îmzayan hat despêkirin. Daxwiyanî ji aliyê Serokê Komeleya Psporên Xizmetan (SHUD) Alatin Benan ve hat xwendin. Alatin got: “Divê ev girtîgihên ku zererê didin zarokan bên girtin. Ji xwe li gor hevpeymana navnetewî hebûna van girtîgihan binpêkirina mafê mirovane.”


Li kolana Sanatê bi boneya girtina girtîgihên zarokan daxwiyaniyek hat xwendin û piştî daxwiyaniyê girêdayî mijarê qampanye ya îmzayan hat despêkirin. Li ber barîna baranê jî di daxwiyaniyê de İHD, TİHV, TUHAD-FED, Diyar TUHAD-DER Egitim-Sen, SES û aktîvîstên Mafê Mrovan jî di nav de gelek kes tevlî daxwiyaniyê bûn.  Li ber barîna baranê Endama Desteya Rêveberiya İHD’ê Gamze Yalçin girêdayî mijarê agahiyên giring dan. Gamze diyar kir ku li gorî têkela 22 dam û dezgayên civaka sivîl bi armanca girtina girtîgihên zarokan kombûne û di vê mijarê de daxwazên xwe tînin ziman. Gamze da zanîn ku zarokan çî suc kiribin bila kiribin divê derkevin û tevlî navendên xwe yên civakî bibin.


Dê qampanya salekê berdewam bike


Gamze destnîşan kir ku di vê çarçoveyê de dê qampanya salekê berdewam bike. Gamze anî ziman ku dinava qampanya yê de dê girêdayî mijarê çalakiyên cihêreng jî li dar bixin û got: “Bi îmzayên ku em kom bikin re dê ji Serokê Meclisa Mezin ya Tirkiyê, Serokomariyê û saziyên peywendîdar talebên me çêbibin. Dê standên me yên îmzayan li kolana Sanatê di navbera 10-15’ê Adarê de vekirî be. Em dixwazin bala NY yê bikêşin li ser vê mijarê û binpêkirinên mafên zarokan. Herwiha em dixwazin carekedinê li vêderê bînin ziman ku zarok bila bi sucan di girtîgihan de nemînin bila vegerin cihên xwe yên civakî, li gel heval, malbat, dayîk û bavên xwe.


‘Kêm kirina azadiya zarokan!’


Serokê Komeleya Psporên Xizmetan (SHUD) Alatin Benan  daxwiyanî  xwendin. Alatin balkişand li ser binpêkirina mafên zarokan ya ji aliyê dewletê ve tê kirin û got: “Divê ev girtîgihên ku zererê didin zarokan bên girtin. Ji xwe li gor hevpeymana navnetewî hebûna van girtîgihan binpêkirina mafê mirovane. Azadiya zarokan tê kêmkirin û zarok ji mafên xwe bê par dimînin.”


Piştî xwendina daxwiyaniyê hemû kesên ku tevlî daxwiyaniyê bûn li standa îmzayan ya ku li kolana Sanatê hatî vekirin ji bo girtîgihên zarokan bên girtin îmza avêtin.