Bi Jinan azad ber bi Netewa demokratîk ve dimeşin
17:04
Adar
10
/ 2014
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN – Tekoşîna azadiya jinan di dîrokê de heta nah di nava tu gelan de evqas ji 7 heta 70 salî ve ne hatiye pejirandin. Ji zarokan heta mezinan, ji jinan heta mêran dibêjin “Jin jiyan azadî.” Li ser axa Mezopotamya bi azadiya jinan dikare netewa demokratîk bê avakirin. Jinên kurd hem li hemberî dewletê û hem jî li hemberî mêran di serhildanê de nin. Jin li hemberî sîbera bav, bira, mêrê xwe, polîs û dewletê berxedanê dikin û jiyanê ji nû de di afirînin.

