Jinên Başur KCD ziyaret kirin

18:03

JINHA


AMED – Li peyî Jinên Rojava Jinên ku ji Herêma Federala Kurdistanê hatîn jî KCD ziyaret kirin.


Jinên ku ji bajarên Kerkuk û Silêmaniyê yên Herêma Federala Kurdistanê hatin KCD ziyaret kirin. Heyeta Jinan ya ku ji jinên kurd, suryanî û ereb pêkdihatin ji aliyê endama DOKH’ê Pelîn Yilmaz ve hatin pêşwazîkirin. Endama Rêkxirawa Jinên Azadîxwaz (RJAX) Destan Marof, endama Partiya Ayinde Sozan Ehmed, Hevseroka Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) ê Necîbe Omer, endama Hîzbî Partî Benaz Mehmud, Peyman Huseyîn ya ji Kerkukê hatî, endama Partiya Yekgirtoya İslam ya Kurdistan ê Ala Latif û endama DOKH’ê Pelîn Yilmaz li ser pirsgirêkên jinên herêmê û tekoşîna jinan nîqaş kirin. Jinên ku bi armanca tevlîbûna mitînga 8’ê Adarê hatin Amedê carekedinê cejna 8’ê Adarê li jinan pîroz kirin.


Hevseroka Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) ê Necîbe Omer di ziyaretkirinê de axivî. Necîbe diyar kir ku jinên kurd ji bo pîrozkirina cejna xwe hatine li gel hev û got: “Di cîhanê de tekoşînek ya jinan heye. Pêşengiya jinên kurd bandora xwe li tevahiya cîhanê jî kiriye. 8’ê Adarê roja tekoşîna jinane û di encama berxwedana jinan de ve roj hatiye bi destxistin. Di Kurdistanê de dê jinên kurd bi tekoşîna xwe azadiyê bi dest bixin û din ava wê azadiyê de dê hevgirtinê çêbikin.”


Piştî axaftinan bi navê KCD’ê Pelîn li jinan gul û diyarî belav kir.