‘Ev hişmendî hînî qetilkirina zarokan bûye’
11:24
Meral GEYLANİ / JINHA
ŞIRNEX – Girêdayî bombebarankirina mala Serwet Encu keça wî Asiye Encu axivî û got: “ Li gorî ku em zarokin jî dewlet me weke xetere dibîne û mafê bombebaran kirina mala me di xwe de dibînin. Mafê kesê nîne ku vê li me bikin. Xwezî em qet nehatibana. Em desturê nadin ku bavê me li vêderê bimire.” Xanim Encu ya Roboskî jî bertekên xwe anî ziman û got: “Ji xwe ev hişmendî hînî qetilkirina zarokan bûye.”
Li gundê Roboskiyê yê girêdayî navçeya Qilabana Şirnexê di 28’ê kanuna sala 2011’an bi gulebarana balefirên şer yên tirkiyê 34 ciwan hatibûn qetilkirin. Ji wê bambebaranê tenê Serwet Encu sax filitîbû. Di şeva 8’ê Adarê de mala Serwet Encu yê ku bi tenê ji qirkirinê filitiyî hat gulebarankirin. Her ku diçe bertekên li hember bûyerê zêde dibin. Di gulebaranê de 100 gule li mala Serwet Encu ketiye. Ji şeva bûyerê heta niha her şev li mala xwe nobetê digire. Ji leşkeran hîna tu daxwiyanî nehatiye. Zarokên Serwet û Servîm Encu hîna şoqa bûyerê ji ser xwe ne avêtine. Zarok dixwazin demek ji yadinê zutir hîna tuştek li bavê wan nehatî ew ji gund derkevin. Keça serwet Encu Asiya Encu dibêje: “Em êdî li vê derê her roj bi mirinê re ru bi ru bûyînê bêzarbûn. Tu kesên ku me biparêzin jî nîne. Tenê em gundî hev digirîn û hev diparêzin. Şeva ku bûyer çêbûyî li gorî ku min agahî dan leşkeran jî lê nehatin cihê bûyerê. Serê sibê hatin cihê bûyerê û gotin ‘Xuda hun parastine’ ez êdî naxwazim ji vê jiyanê rizgar bibim.”
‘Dixwazin bavê minê tenê ji qirkirinê filitiye jî bikujin’
Asiye anî ziman ku bavê wê yê tenê ji qirkirinê filitiye lê dixwazin li cihekê bavê wê jî qetil bikin û got: “Şeva ku mala me hat gulebaran kirin heta serê sibê em nerazan. Ji xwe bavê min ji qirkirinê firlitikyî heta niha weke ku em din ava şer denin bûyer li ser bûyerê bi ser me de tê.” Asiye diyar kir ku piştî qirkirinê ew çune li Herêma Federala Kurdistanê diman û wiha got: “Bêrîkirina welat em carekedinê vegerandî li ser axa me. Lê xwezî em nehatibana. Li gorî ku em zarokin jî dewlet me weke xetere dibîne û mafê bombebaran kirina mala me di xwe de dibînin. Mafê kesê nîne ku vê li me bikin. Xwezî em qet nehatibana. Em desturê nadin ku bavê me li vêderê bimire.” Asiye da zanîn ku piştî qirtkirinê her roj ew rastî tundî û êrîşan tên û wiha domand: “Her şev li ser mala me de digirin eşiyayên me telan dikin. Di meha çile ya derbasbûyî de jî bi hinceta qaçaxvaniya çekan dike hat girtin. Lê roja ku sîleh ketiyî destên wan bavê min ne li gundbû. Lê suc di situyê bavê min de hêlan. Heger em ji vêderê neçin yan dê bavê min bigirin yan jî bikujin.”
‘Yên ku ev b imin dan jiyan kirin ez wan efo nakim’
Hevsera Serwet Encu Sevîm Encu ya ku di qirkirinê de du birayên xwe yên bi navê Orhan Encu û Zeydan Encu wenda kirî li ser bombebarana wê şevê li ser mala wan axivî. Sevîn destnîşan kir ku dema mala wan hatî bombebaran kirin ew li medbexêbû û got: “Hema bi carekê re min dengê çekan bihîst. Paşê bi wan dengan re ez weke ku ker bibim. Hema ez bezîm li gel zarokên xwe. Din ava wê gulebaranê de ya kum in û zarokên xwe jiyan kirî ez tucarî ji bîr nakim. Mafê kesê nîne ku vê bi me bidin jiyan kirin.” Sevîm bilêvkir ku piştî bûyera wê şevê her şev zarokên wê di xwê de diqêrin û ji cihê xwe radibin û wiha berdewam kir: “Ji xwe ya giran bi serê min hatiye. Di qirkirinê de min du birayên xwe wenda kir. Deruniya hevserê min xirabû. Lê ve tev ne weke êşa weledane. Mafê kesê nîne ku evqas zarokên min bitirsînin. Xwe li cihekê veşartin û mala me gulebarankirin ji tirsonegiya wan tê. Di dema gulebaranê de ez bezîm ji derve ji bo wan bibînim ew kîne lê hevserê min destur neda ez biçim. Canê min ji canê 34 kesên hatîn qetilkirin ne giringtire. Bê xwesitn bila ez jî bimirim. Nelet li wan bin yên ku van kiriyaran dikin.”
‘Armanca êrîşê tehdîd kirine’
Girêdayî êrîşê di bêdengiya Roboskiyê de Xanim Encu jî nêrînên xwe wiha anî ziman: “Em ditirsin ku zarokên xwe di êrîşan de wenda bikin. Ji xwe ev zêhiniyete hînî qetilkirina zarokan bûye. Em weke malbatên Roboskiyan her dem li gel Sevîm û Serwetin. Dema ku tuştek bi serê wan bê dê ev hikumet me li hemberî xwe bibînin. Êrîşî li ser mala Servîm û Serwet kirin û hîna bêdeng mayîna hikumetê dide diyar kirin ku hîna ew ji me ditirsin. Dewlet çî ji me dixwazin.” Xanim diyar kir ku dema ji gund dengê çekan bê hema leşker li derdora gund digirin û got: “Lê dema ku mala Serwet û Sevîmê hat gulebarankirin leşker nehatin li cihê bûyerê. Ev dide nîşan dan ku êrîş bi pişlankirî hatiye kirin. Di mijara me tehdîd kirinê de berdewam dikin û ewlehiya canê me nîne. Ji ber em ji tekoşîna xwe gav paşde navêjin me tehdîd dikin. Bila bizanin ku tenê tirsa me wendakirina zarokên me bû, ji xwe ew jî b ime dan jiyan kirin. Êdî tirsa me nîne. Heger ew girkirinan li ser me zêdebikin jî emê dest ji doza xwe bernedin.”
(zt)

