Ev 296 rojin Berkin yê tekoşîna jiyanê dide jiyana xwe ji dest da

12:19

JINHA


STENBOL- Berkin Elvan yê ku di berxwedana Parqa Geziyê de bi bombeya polîsan ji serê xwe birîndar bûyî û rakiribûn komoyê. Ev 269 rojbûn Berkin Elvan tekoşîna jiyanê dida lê mixabin jiyana xwe ji destda.


Berkin Elvan îro di saet 07.00’an de çavên xwe li jiyanê girt. Di dema berxedana Parqa Geziyê de rojekê Berkin Elvan dema ku ji mal derket biçe nan bigire rastî bobmeya polîsan hati û ji serê xwe birîndar bû. Malbata Berkin di twitter de girêdayî birîndarbûn û mirina wî daxwiyaniyek weşandine. Li gorî daxwiyaniya wan li ser birîndarbûna Berkin re 269 roj derbasbûn. Lê mixabin îro di saet 07.00’an de Berkin yê ku dikete 15 saliya xwe de çavên xwe li jiyanê girt. Bi bihîstina agahiya mirina Berkin gelek kes çun ber derê nexweşxanê. Girêdayî mirina Berkin Elvan malbata wî di twitter de wiha nivisine: “Ji bo gelê me: Saet di 07.00’an de me ewladê xwe Berkin Elvan wenda kir. Serê me saxbe.”


Di twittera Şêwrmendiya Taksîmê de jî hat dîtin ku dê ji bo Berkin Elvan li Cemeviya Okmeydanê torenekê bikin û Berkin li Gorstana Ferikoyê bispêrin axê.


(zt)