Dayik her tim di nobetê de bûn…
12:02
Mizgîn TABU / JINHA
AMED – Girtiyên ku 12’ê îlonê de dest bi greva birçibûnê kiribûn di roja 68’emîn de bi banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî kirin. Dayika girtiya bi navê Derya Moray Suheyla Moray, wiha got: “Dema ku keça min rakirin nexweşxaneyê destekê vî kelepçe û destekê vî jî serûm girêdayî bû. Ez bi vî dîmenê gelek bi xemgin bûm.”
Li herêm û Tirkiyeyê girtiyên siyasî di 12’ê Îlonê de dest bi greva birçibûnê kiribûn û bi banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di roja 68’emîn de çalakiya xwe bi dawî kirin. Di demek kurt de tedawiyên girtiyan dest pê kir. Tedawiyên gelek girtiyan bi dawî bû ev şandin girtîgehan jî. Malbatên girtiyan bi dehan rojan li ber girtîgehan nobet girtin û herî dawiyê jî li ber nexweşxaneyan nobed girtin. Gelek girtî jî li revîrên girtîgehê hatin tedawikirin.
Derya Moray 3 sal in li girtîgeh Miyada Mêrdînê ye. Dayika Derya Moray Suheyla Moray di dema grevên birçibûnê de her tim li ber girtîgehê bû. Wekî bi hezaran dayikên din dayika Suheyla jî ji grevên birçibûnê bi bandor bû. Piştî ku grev bi dawî bûn û girtî sevqê nexweşxaneyê kirin dayika Suheyla nekarî zaroka xwe bibinê.
Dayika Suheyla, di axaftina xwe de bal kişand ser daxwazên girtiyan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li dijî mirin û rijandina xwînê divê tecrîda li hemberî brêz Abdullah Ocalan bi dawî bibe, mafê parastina bi kurdî û perwerda bi kurdî bê qebûlkirin dest bi grevê kiribûn. Em li ber televîzyonê li benda agahiyek bûn. Di nava tirsê de me nûçe temaşe dikir. Bi dawî kirina grevê girîng e. Ez hêvî dikim ku daxwaz û hêviyên van bê qebûl kirin.”
‘Divê dayik bikevin nava hewldanan’
Dayika Suheyla Moray, da zanîn ku 30 sal in pirsgirêka kurd didome, lê divê êdî pirsgirêk bê çareserkirin. Dayika Suheyla, wiha nêrînên xwe anî ziman: “Dema leşkerek jiyana xwe ji dest dide dayika vî dibêje ‘bila welat sax be’. Gelo çima welat saxbe? Heke ez li vî welatî najîm û zarokên min nejî çima ev welat sax bibe. Ji bo aştiyê divê hemû dayik bikevin nava hewldanan.”
Dayik Deryayê Suheyla, bal kişand ser rewşa Deryayê û wiha got: “Destek keça min bi kelepçe û destek wê jî serûm hatibû girêdan. Tu dayik nikare li hemberî vê tabloyê raweste. Çend berfireh tedbir hatibin girtin jî divê bi kelepçekirî tedawî pêk nehata. Nehiştin em bikevin hindûr û zarokên xwe bibinin. Derya û hevalên wê tenê 3 rojan li nexweşxaneyê hatin tedawîkirin. Niha li gorî pêşniyarên doktoran diyetê dikin.”
‘Me ji doktoran agahî digirt’
Ferda Îldan di sala 1990’an de hat girtin û 35 sal ceza hat dayîn, Ferda 20 sal in li girtîgehê ye. Ferda jî piştî greva 50’î rojan bi banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakiya xwe bi dawî kir. Dayika Ferda Fazîlet Îldan, jî wekî bi hezaran dayikên din û dayika Derya Moray Suheyla Moray li ber girtîgehê bû. Dayika Fazîlet, destnîşan kir ku dawî kirina grevê van kêyfxweş kiriye û dema bihist bi dawî bû ye jî berê xwe dayê girtîgeha Mîdyata Mêrdînê. Dayika Fazîlet, wiha got: “Ji ber ku ez lêz bez derketim min nasnameya xwe negirtibû cem xwe û min çend lavaya ji dozger kir lê dîsa nehiştin ez Ferdayê bibînim. Min li derve keça xwe dît. Me ji doktoran agahî digirt. Ferda jî wekî girtiyên din bi kelepçekirî hatin tedawîkirin. Ma cergê serdozger tune ye? Rewşa tenduristiya zarokên me xirab bûye. Em êdî cenaze naxwazin. Ne cenazeyên gerîla, ne leşkeran...”
Wêne: Mizgîn Tabu
(gk/la)

