Li Gimgimê broşurên ‘Ji Zarokên buk re na’ hatin belavkirin
12:53
JINHA
MÛŞ – Li Gimgimê rêveberî û xwendekarê dibistana Amadeyi pîşeyi ya Teknîk û Endustiriyê ya Gigimê girêdayî ‘Ji Zarokên buk re na’ biroşurên ku amade kiribûn li Esnafan belav kirin.
Li Navçeya Gimgima Mûşê bi armanca balê bikişînin li ser îstismara zarokan rêveberî û xwendekarên dibistana Amdeyi ya pîşeyî ya Teknîk û Endustiriyê ya Gimgimê biroşurên ku amade kiribûn li Esnafan belav kirin. Mudurê dibistanê Mehmud Kiliç diyar kir ku wan bi armanca balkişandina li ser pirsgirêka “zarokên buk” wan dest bi xebatek wiha kiriye. Mehmud da zanîn ku ew dixwazin hişmendiyek di vê mijarê de bê çêkirin û pêşî li zewicandina zarokên biçuk bên girtin. Mehmud anî ziman ku li Tirkiyê 181 hezar zarokên buk hene û got: “Hinek ji wan bi berdêl hatine zewicandin û hinek jî bi pereyan hatine firotin. Hinek jî bûne qurbanê dozên xwînê û wiha hatine zewicandin. Ji bo di vê mijarê de hişmendiyek bê avakirin divê ji aliyê kiyayan ve din ava taxan de û ji aliyê melayan ve jî di mizgeftan de li ser vê mijarê bên sekinandin. Me ji welatiyan piştevaniyek mezin û fikirên nû girtin. Di rojên pêş de emê hêj zêdetir xebatên xwe mezin bikin.”
Mehmud destnîşan kir ku ji bo êdî zarok di temenê biçuk de neyên zewicandin wan li Esnafan broşur belav kirine. Mehmud da zanîn ku divê her kes di vê mijarê de baldar bin.
(zt)

