Li Stenbolê Helîme Aslan ji aliyê kurê xwe ve hat qetil kirin

13:27

JINHA


STENBOL- Helîme Aslan ya ku ji ber şideta zêde xwest ji hevserê xwe cuda bibe û girêdayî mijarê li Ediliye ya Çaglayanê doz vekir ji aliyê kurê xwe ve hat qetilkirin.


Êrîşkarê ku dayîka xwe ya li Ediliye ya Çaglayanê doza berdanê dabû despêkirî qetilkirî polîsê ku dayîka wî diparast jî qetilkir. Dema ku du kesên yek jin yek mêr di deriyê C re xwestin bikevin hindir ji aliyê kesêk yê di hindir de ve hat gulebarankirin. Karmendek ji çengê xwe birîndar bû. Êrîşkarê ku karmendek û jin û mêrên bi hev re ketine hindir birîndar kirî hat girtin. Hat hînbûn ku Helîme Aslan ya ku doza berdanê dayî despêkirin ji aliyê kurê xwe ve hatiye birîndar kirin.


Di encama êrîşê de jinikê jiyana xwe ji dest da. Polîsê bi navê Emtah Taşdemir yê ku jinik di parast û giran hatî birîdar kirin jî jiyana xwe ji dest da.


(zt)