BDP: Emê tucarî te ji bîr nekin

14:48

JINHA


AMED – Hevserokên Gşitiyên BDP’ê Gultan Kişanak û Selahatin Demirtaş ji bo Berkin Elvan peyamek sersaxiyê weşandin. Di peyamê de wiha hatiye gotin: “Emê tucarî te ji bîr nekin. Weke Ceylan Onkolan, Mehmed Uytumanan, Ugur Kaymazan. Dê ji bo buranîna we li vî welatî tekoşîna aştî, azadî û demokrasiyê berdewan bike.”


Hevserokên Gşitiyên BDP’ê Gultan Kişanak û Selahatin Demirtaş ji bo Berkin Elvan peyamek sersaxiyê weşandin. Di peyamê de wiha hatiye gotin: “Berkinê delal te bi wê bedena xwe ya biçuk ji bo dîtina rojên xweş û geş 269 rojan li ber xwe da û berxwedanek bê hempa kir. Te tekoşînekî mezin ya jiyanê da. Lê mixabin bi hêz û heskirina miloyana mirovan nakarîn çuyîna Berkin bidin rawestandin. Berkinê biçuk jiyana xwe ji dest da. Lê emê Berkenê biçuk bidin jiyan kirin. ji ber wî bi temenê xwe yê biçuk û ruyê xwe yê biken di dilê me hamûyan de cihê xwe kiriye.”


Di berdewama peyamê de wiha hatiye gotin:“Emê tucarî te ji bîr nekin. Weke Ceylan Onkolan, Mehmed Uytumanan, Ugur Kaymazan. Dê ji bo buranîna we li vî welatî tekoşîna aştî, azadî û demokrasiyê berdewan bike. Berkinê delal em êşa malbat û heskiriyên te ji kurahiya dil parve dikin û sersaxiyê ji wan re dixazin. Bi oxirkirina Berkinê biçuk em yên ku di berxwedana Geziyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî carekedinê bibîr tînin.”


 (zt)