Selma Irmak: Dadgehê îmza avêt binê biryarek ‘sosret’
15:59
JINHA
AMED – Parêzeran ji bo 5 muwekîlên xwe yên ji doza KCK’ê ya giştî tên darezandin serlêdan kiribûn. Lê serlêdana wan ji aliyê dadgehê ve bi hinceta “dibe ku derkevin çiyê” hat redkirin. Parlementera BDP’ê ya Şirnexê Selma İrmak bertek nîşanî bûyerê de û diyar kir ku dadgehê îmza avêtiye binê biryarek sosret û got: “Yên ku di nava qirêjiya dîroka tirkan de tiliyan wan di qetilkirina 30-40 hezar mirovan de hene tên berdan. Lê yên ku di tekoşîna aştî, azadî û demokrasiyê de xebitîne tên girtin.”
Parêzerên Doza Gişti ya KCK’ê ji bo rakirina Dadgihên Taybet (OYM) yan û azadiya 91 siyasetmendarên kurd serî li 2’emîn Dadgiha Cezayê Giran ya Amedê dan. Dadgihê duh îmza avêt binê biryarek skandal. Ji bo daxwaza azadiya Huseyîn Yilmaz, Mehmed Nîmet Sevîm, Mazlum Tekdag, Hasan Huseyîn Ebem û Ercan Akyol bi hinceta “Endamên rêxstinêne dibe ku biçin çiyê” hat red kirin. Girêdayî mijarê Parlementera BDP’ê ya Şirnexê Selma İrmak li ber derê Girtîgiha Tîpa E ya Amedê daxwiyanî da û da zanîn ku dadgihê îmza avêtiye binê biryarek sosret
‘Biryara KCK’ê biryara ruyê reş yê hiqûqêye’
Selma anî ziman ku li herêmê hiqûqa dijminane tê bi karanîn û wiha got: “Yên ku tiliya wan di gelek qirkirinan de hane heta 107 sal ceza girtine her wiha tiliya wan di qirêjiya dîroka tirkan de hiyî tahiliye dikin. Yên ku di qatilkirina 30-40 hezar canan de rol girtine tên tehiliye kirin. Lê yên ku di tekoşîna aştî, azadî û demokrasiyê de xebitîne tên girtin.” Selma destnîşan kir ku bi hinceta “Endamên rêxstinêne dibe ku biçin çiyê” redkirina biryarê weke “ruyê reş yê hiqûqê” nirxand. Selma derbirî ku li gel girtina vê biryarê jî wê li gel girtiyên jin yên ji doza KCK’ê girtî hevdîtin kiriye serê wan bilind û bi şanazî pêvajoyê dişopînin.
‘Nirxên vî welatîne yên ku tekoşîna demokrasiyê didin’
Selma biryara dadgihê dayî bi hêviya wijdana medyayê re hêla û wiha domand: “Ji 192 havalên me yên ku ji giştî doza KCK’ê tên darezandin berê ji doza qadroyên PKK’ê yên çiya hatine darezandin. Berê ketine girtîgihan cezayê xwe razane û dema ku derketine xwestine di qada legalê de bixebitin. Daxwaz û xwestega heyeta dadgihêye carekedinê wan rêdikin çiya.” Selma diyar kir ku divê bi lez biryarên xwe rast bikin. Selma da zanîn ku li aliyekê muzakereyan dikin, li aliyê dinê jî bi hinceta “mirov dê biçin çiyê” biryarên ku didin rê li pêşiya çuna çiya vedikin û got: “Rojnamevan, parêzer, parêzvanên mafên mirovan, aktîvîstên jinan, xebatkarên ciwanan yên ku ji bo demokrasiyê tekoşînê dikin nirxên vî welatîne.”
‘Bila pêvajoya aştiyê nebe qurbanê şer’
Selma balkişand li ser gotina İbrahîm Şahîn ya “Li cihê ku em lê mane emê berdewam bikin” û got: “Cihê ku ew lê maye cihê ku pêşeroja tirkiyê lê hatiya qetilkirine. Cardin bi gotinên weke ‘Em weke şurê ku ji nava xwînê derketîne’ derdikevin. Hevalên me jî tekoşîna aştî û demokrasiyê didin. Bila pêvajoya aştiyê nekin qurbanê şer. Em bang li her kesên ku ji bo demokrasiyê têdikoşin dikin ku bila ji bo derketina siyasetmendarên k udi girtîgihandenin çî ji destê wan tên bikin.”
(zt)

