Li Rezan Mala Lîstika Zarokan ya Solîn hat vekirin

17:12

JINHA


AMED – Şaredariya Rezan ya Amedê  mala lîswtoka zarokan ya Solîn vekirin. Dê zarok di Mala Lîstoka zarokan ya Solîn de bi zimanê xwe yê dayîkê perwerde bibînin.   


 Şaredariya Rezan a Amedê ji bo zarokan bi merasimekê Mala Lîstika Zarokan a Solîn vekir. Di mala lîstika zarokan de mala lîstikê û hawizê avjeniyê jî cih digire. Di vekirina mala lîstika zarokana Solîn de Şaredara Rezan Yuksel Baran, Namzeta Hevşaredara Bajarê Mezin ya Amedê Gultan Kişanak, Namzeta Hevşaredara  Reszan Birsen Kaya Akat Dayîkên Aştiyê û gelek welatî amade bûn. Şaredara Rezan Yuksel Baran di merasîmê de anî ziman ku wan di xizmeta 5 salan de xebatek baş kirine, lê ji bo wan xebata herî baş ev xebata ji bo zarokan e û got: “Me weke Şaredariya Rezan di nava xebatên xwe yên 5 salan de gelek projeyên giring pêşxistin. Lê dinava wan de jî yên herî gering û watedar xebatên me yên ji bo jinan û zarokanin.  Heta niha me ji bo jinan navendên jian, navendên jiyana jinan û ji bo zarokan jî malên alîkariya perwerdê vekirine.”


‘Navçeya Rezan xwediyê şêniyek ciwane’


Yuksel diyar kir ku Navçeya Rezan xwediyê şêniyek ciwane û ew weke şaredarî dixwazin bi van projeyên xwe bibin bersiva daxwazên zarokan û wiha got: “Cihek weke Rezan xwediyê şêniyek zêde ya zarokan çiqas cihên zarokan bên vekirin pêdivî pê heye. Bi teybetî jî malên alîkariya perwerdê. Beriya dibistana di kreşan de pêdiviya zarokan bi perwerdeya zimanê dayîka wan heye. Lig ora wan pêdiviyan me jî xwest em bi çêkirina van projeyan ji daxwazên azrokan re bibin bersiv.”


‘Perwerdeya zimanê dayîkê pêdiviyek serekeye’


Yuksel bilêvkir ku divê hemû kurd di hewildana dîtina perwerdeya bi zimanê xwedebin û wiha domand: “Tayîbetî perwerdeya bi zimanê dayîkê pêdiviyek serekeye. Pêkanîna wê j ili bendê mayînê zêdetir divê em bi xwe din ava hewildanên avakirina wê debin. Me xwest îro bi vekirina Mala lîstokan a Zarokan ya Solîn em hinek bibin bersiva vê pêdiviyê. Beriya dibistanê zarok li vêderê perwerde bibin. Ev mala zarokan ji du beşan pêktê. Beriya dibistanê dîtina perwerdê û hewiza avjeniyê. Di qata sêyê de jî dê bibe cihê tirafîqê. Li vê derê dê zarokên me hînî tirafîqê bibin. Ez ji bo mala zarokan ji her kesê re serkeftin dixwazim.”


‘Emê Amedê bikin bajarê Zarokan’


Paşê jî Namzeta Hevşaredara Bajarê Mezin ya Amedê Gultan Kişanak jî destnîşan kir ku taxa Kaynartepe ya Rezan cihekî herî kevnare û xwediyê aboriyek herî kême û got: “Ji bo me zarokên me rastiya jiyanê û heqîqetê çêdikin. Zarokên me layêqê tiştên herî bi nirxin. Heta niha tenê mirin layêqî zarokên me hatine dîtin. Solîn jî yek ji zarokên me ya ku hatî qetilkirine. Emê Amedê bikin welatê zarokan. Emê weke Şaredariyên Amedê ji bo zarokên xwe gelek projeyan pêşbixin. Emê Amedê bikin bajarê zarokan.”  


Piştî axaftinan şaredaran û zarokan bi hev re Mala Lîstokan ya zanrokan a Solîn û hewuza avjeniyê vekirin.


(zt)