Li Erxeniyê jinek ji aliyê hevserê xwe ve bi kêran hat birîndar kirin

17:46

JINHA


AMED – Li Navçeya Erxeni ya Amedê jina bi navê S. K ya ku ji aliyê hevserê xwe ve  rastî êrîşa bi kêran hat û giran birîndarbû.


Li Navçeya Erxeni ya Amedê jina ku rastî êrîşa hevserê xwe ya bi kêran hat û giran birîndar bû. Li gorî agahiyên ku hatin girtin R. K yê ku li taxa Namik Kemal ya Erxeniyê dirune dema ku hevsera xwe S. K ya mehek û nîve ducaniye bi kêran birîndar kir ji cihê buyerê reviya. Dema ku cîranên wan hatin cihê bûyerê S. K rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Erxeiniyê. Li wê mudaxeleya yekê kirin û S. K rakirin Fakulteya Tibê ya Zanîngiha Dîcleyê. Ji bo girtina R. K polîsan dest bi lêgerê kirin.


Girêdayî bûyerê lêpirsîn berdewam dike.


(zt)