Du jinên ku li Edaletê digeriyan hatin qetilkirin

19:09

JINHA


XERPÊT – Li Xerpêtê Ayten Demir ya ku ji hevserê xwe hatî berdan ji bo ji hevserê xwe  wergirtina raye ya zarokên xwe doz vekiribû. Ayten li ber derê Ediliye yê ji aliyê birayê hevserê xwe yê berê ve hat qetilkirin. Halîme Aslan jî li ber deriyê Ediliye ya Çaglayê ji aliyê kurê xwe ve hat qetilkirin. Li Erxeniyê jî jinek ji aliyê hevserê xwe ve hat kêrkirin.


Her ku diçe qirkirinên jinan li Tirkiyê zêdedibin. Îro jî 2 jin hatin qetilkirin û jinek jî ji aliyê hevserê xwe ve hate kêr kirin. Ayten Demir ya ku berî niha ji hevserê xwe Necat A hatibû berdan, ji bo wergirtina rayeya zarokên xwe doz li hevserê xwe vekiribû. Ayten bi boneya beşdarbûna dozê hat Ediliye ya Xerpêtê. Piştî dozê dema ku Ayten derket li ber derê Ediliye yê ji aliyê birayê hevserê xwe yê kevin yê bi navê Ehmed A ve hat gulebaran kirin. Ehmed A li cihê bûyerê hate girtin. Li cihê bûyerê polîsan lêkolîn kir û 21 kovanên vale dîtin.


Halîme Aslan ya dayîka 3 zarokane îro di saetên serê sibê de li ber Ediliyeya Çaglayan ya Stenbolê rastî êrîşa çekdarî hat û jiyana xwe ji dest da. Qatîlê Halîme Aslan ya 43 salî kurê wê yê bi navê Dursun Zehir yê 20 salî bû. Li taxa Namik Kemal ya Navçeya Erxeniyê ya Amedê R. K hevsera xwe S. K bi giranî birîndar kir û ji cihê bûyerê reviya. S. K rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Erxeniyê. Piştî mudaxeleya yekê S. K rakirin Fakulteya Tibê ya Zanîngiha Dîcleyê. Ji bo girtina R. K polîsan dest bi lêgerê kirin hîna lêkolîn berdewam dike.


(zt)