‘Divê her kes berpirsiyartiya xwe bîne cih’

13:44

Ozlem ARICI- JINHA


AGRI – Rûniştina doza jina bi navê Melek Karaaslan (24) a ku hêj zarok bû, li navçeya Xamûrê ya Agiriyê hate zewicandin, 3 mehan di destşoyê de hate girtin û 8 salan şîdet dît li Dadgeha Cezayên Giran a Agriyê hat dîtin. Nûnerên saziyên jinan tevli rûniştinê bûn û diyar kirin ku carek din bûn şahidê qetilkirina jinek din û divê li hemberî Melekan her kes berpirsiyariya xwe bine cih.


Lêpirsîna têkildarî Melek Karaaslan (24) a ku li gundê Eşurgevuka Xemûra Agiriyê ji aliyê hevserê xwe Ferdî Karaaslan, xwezûrê xwe Kudbettîn Karaaslan û xwesuya xwe Naciye Karaaslan ve 3 mehan di destşoyê de birçî hate hiştin û 8 salan şîdet dît û rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Yildirim Beyazit a Dişkapi ya Enqere û di tîrmeha 2012'an de jiyana xwe ji dest da bi dawî bibû. Di îdianameyê de ji hevser, bav, xwezur û xwesuya Karaaslan re bi hinceta "Bi helwesta îxtîmala sûc bûn sedema mirin" cezayê muebetê tê xwestin. Rûniştina doz jê tu kes negirtî dê li Dadgeha Cezayên Giran a Agiriyê hat dîtin. Doza Melek 9 seatan dom kir û danişîn teloqê 24’ê çilê sala 2013’an bû.


Baroya Agiriyê jî tevli dozê bû, diyar kir ku êdi naxwazin bûyerên bi vî rengî pêk bê û daxwaz dikin ku hevserê Melek Ferdî Karaaslan, xwezûrê wê Kudbettîn Karaaslan û xwesuya wê Naciye Karaaslan bên girtin. Parêzerên Baroyê, gotin ku îşkenceyeke sîstematîk li hemberî Melekê hatiye meşandin.


‘îşkenceya dijwar’


 Bersûc Ferdî Karaaslan îdiayên ku der barê xwe de red kir û birîndariya Melekî qebûl nekir. Her wiha parêzerê Ferdî jî dozê wekî dozeke ‘medyatîk’ nirxand û diyar kir ku divê sazî û dezgehên jinan tevli dozê nebin. Bavê Melekê Kasim Levend cerdevan e û îfadeya xwe bi kurdî da. Bav Kasim, destnîşan kir ku keça wê hatiye kuştin. Kasim, diyar kir ku li hemberî Melekî îşkenceyên dijwar dihat meşandin


‘Ez jî mirov im’


Psîkologa VAKASÛM a Wanê Zîne Adıyaman tevli rûniştina doza Melekê bû û da zanîn ku dîsa şahîdiyeke din dikin û wiha got: “Mirina Melekî ne ji ber îhmaliyê pêk hatiye, bi hovane hatiye qetilkirin. Ne tenê jin divê kesên ku dibejin ez mirovin li hemberî qetilkirina jinê bêdeng nebe û bikeve nava hewldanan.”


‘Îro ji bo jin wekî mirovan bijî wê çi kir?


Endama Meclisa Jinan a Konseya Bajar a Konaka Îzmîrê Nazîk Işik, da zanîn ku divê dewlet li hemberî Melek û jinên din berpirsiyariya xwe bine cih. Nazîk, wiha nêrînên xwe anîn ziman: “Divê dewlet li gorî peymanê navneteweyî, qanûn û makeqanûnê jinê biparêze. Qetilkirina Melekê divê ji her kesî re bibe ders. Nêrîna Melekê tê wateya ‘Îro ji bo jin wekî mirovan bijî wê çi kir? Divê ev pirs mirovan biêşîne.”


‘Bi îşkenceyek sîstematîk hat qetilkirin’


Şaredara Bazîda Agiriyê doktor Canan Korkmaz, got ku li dijî qetilkirin, şîdet, zext û zordariya li hemberî jinê divê her kes berpirsiyartiya xwe bine cih. Canan, daxuyand ku her roj li welat 5 jin tên qetilkirin û wiha dawî anî axaftina xwe: “Tirkiyeyê di mijara newekheviya di navbera jin û mêran de di navbera 134 welatan de di rêza 126’an de cih digere.  Her wiha li hemberî Melekê îşkenceyeke sîstematîk hatiye bikaranîn û hatiye qetilikirin. Em şopdarên doza Melekê bibin.


(oa/gk/la)