Jinên Midyadê şîr difirioşin û bi wê debara xwe dikin

09:27

Nurcan Yalçın-Gulistan Korban / JINHA


MÊRDÎN – Li gundên Midyadê jinên ku ajalvaniyê dikin, ew berhemên ku ji ajalan digirin li bazara Midyadê difiroşin. Bi vî awayî jin dixwazin li hemberî zoriyên jiyanê debara xwe bikin. Atiye ya 52 salî diyar kir ku jin di her navedê de takoşîna jiyanê didin. Atiye da zanîn ku li gundê wan jin bi tena serê xwe şivaniyê dikin û li ajalên xwe dinêrin. Paşê jî berhemên ku ji ajalên xwe digirin dibin bazara Midiyadê difiroşin.


Li Gundê Narliyê yê Midyada Mêrdînê jin ji bo ku debara xwe bikin ajalvaniyê dikin. Ew berhemên ji ajalên xwe digirin yên weke şîr, penîr, mast û wekedinê dibin bazara Midyadê difiroşin û bi vî awayî debara xwe dikin. Jin li hemberî zoriyên ku di dema bi destxistina berhemên xwezayî de dibînin jî lê berdewam dikin. Ji jinên ku li gundê Narliyê dijîn Atiye ya 52 salî da zanîn ku ev demdirêje vî karê ajalvaniyê dike berhemên ku digire yên weke mast dibe li bazara Midyadê difiroşe û bi vî awayî alîkariya aboriya mala xwe dike. Zarokên Atiye li Edeneyê dijîn. Atiye û ehvserê xwe bi tenê li gund dijîn. Atiye balkişand li ser zoriya karê xwe û got: “Em berhemên weke şîr, mast, penîr, run û wekedinê ji ajalên xwe digirin, difiroşin û bi vê debara xwe dikin.”


Jin bi mastfirotinê debara malbata xwe dikin


Atiye destnîşan kir ku karên ew dikin gelek zore lê ew neçarin ku vî karî dikin û wiha got: “Ez şivaniyê dikim û li ajalan dinêrim. Ev hemû bi tena serê xwe kirin gelek zore. Ez ji neçarî vî karî dikim. Ji ber ez vî karî nekim kes nîne li me binêrin. Ez carnan mastê xwe difiroşim. Carnan  ji bo xêra xwe ez didim cîranên xwe. Carnan jî ji zarokên xwe re dişînim. Bi vî awayî ez debara xwe bi mast dikim.” Şukriye Akin ya 59 salî û li heman gundî dijî jî diyar kir ku karê ew dikin gelek zore, bi gotinê ya ku dijîn nikarin bînin ziman. Şukriye da zanîn ku berhemên ku ew ji ajalên xwe digirin dibin bazara Midyad û Êlihê difiroşin. Şukriye destnîşan kir ku karê wan zore û sudek baş jê nayê girtin lê ji ber kareke dinê nîne ew ji neçarî vî karî dikin.  


(zt)