'Zarok bi himbêzkirina zimanê dayîka xwe mezin dibin…'

09:32

Hicret ÇİFTÇİ/JINHA


WAN – Gelê herêmê li gel hemû polîtîkayên bişaftinê yê li ser zimanê kurdî jî ji bo jiyankirina ziman û çanda xwe bibiryarin. Bedriye Topaç ya ku bi zaravayê kurdî kurmançkî çîrok û helbestan dinivîsîne diyar kir ku sedemek sereke yê jiyan kirina zimanê me dayîkin û got: “Ji ber zarok bi zimanê dayîka xwe mezin dibin. Dema ku dayîk dibêjin ‘merheba’ zarok wî dengî dibihîse û bi dengên dayîka xwe mezin dibin.”  


Ji ber polîtîkayên bişaftinê yên li ser gelê herêmê gelê kurd bi gelek zoriyan re ru bi ru mane. Hinek tenê ji ber bi zimanê xwe axivîne hatine qetil kirin. Hinek jî tenê ji ber bi zimanê xwe axivîne bi salan di girtigihan de mane. Li gel van hemû zor û pêkutiyan gelê kurd di jiyandina çand û zimanê xwe de bibiriyarin. Yek ji wan jî Nivîskar Bedriye Topaç ya ku bi zaravayê kurdî kurmançkî çîrok û helbestan dinivîsîne… Bedriye da zanîn ku ji bo civakan zimanê dayîkê pir giringe. Bedriye destnîşan kir ku di cîhanê de 6 hezar ziman hene lê gelek ji wan ji ber polîtîkayên dewletan hatine tunekirin û hinek jî bi tunekirinê re ru bi rune.


‘Heger girêdana navbera ziman û kesan bê birîn mirin despêdike’


Bedriye anî ziman ku civakên bi tunebûnê re ru bir u mane neçer mane ku dest bi tekoşînê kirine û got: “Zimanê dayîkê girêdana mirovan ya bi jiyanê reye. Dema ku girêdana navbera kesan û ziman hat qetandin mirin despêdike. Lig ora min ev ne mirina zimane, mirina kesan û heta mirina netewê ye.” Bedriye diyar kir ku roja zimanê dayîkê yê cîhanê din ava civakê de hişmendiyek ya xwedîderketina li zimanê xwe daye çêkirin, lê ev têrnake divê li her derê pê bê axaftin.


‘’Çi dibe bila bibe divê li hemberî qedexekirina ziman tekoşîn bê kirin’


Bedriye bilêvkir kuz iman nasnameya mirovane û wiha got: “Astengiyên li pêşiya ziman çi dibin bila bibin li hemberî astengiyan rawestandin û tekoşîn kirin giringe.” Bedriye bal kişand li ser polîtîkayên bişaftinê yên demdirêj li ser gelê kurd û wiha domand: “Mixabin zarokên ku bi kurmançkî dizanin û dipeyîvin pir kêmin. Êdî ji nifş derbazî nifş kirin pir kêm bûye. Zimanê me dewlemendiya xwe jî axa me a rengîn ya qedîm digire. Zimanek bi hêz û bi koke.”


‘Di aliyê ziman de êdî hişmendiyek bi gel re hatiye çêkirin’


Bedriye anî ziman ku yek ji sedemên sereke yê jiyandina ziman dayîkin û wiha berdewam kir: “Zimanê ku bi polîtîkaya dewletê ji malan derketî divê carekedinê vegere di malan de û di malan de bê jiyan kirin. Ji bo vê jî roleke giring dikeve li ser milê dayîkan. Li şone benêmayînê bi xwe despêkirin baştire. Lig ora lêkolînên ku hatine kirin di nava 30 salan de zaravayê kurdî kurmaçkî tune dibe an go bi tunebûnê re ru bi ruye. Ez li raporên xebatan dinêrim. Rapor guherîne. Bê guman hine xebat derketine pêş. Ev jî giring girtina kare. Em hêdî hêdî hînî jiyankirina bi zimanê xwe dibin. Ev jî şanazî û hêviyekê dide mirovan.”


‘Ez bi kurmaçkî çîrok û helbestan dinivîsim’


Bedriye da zanîn ku bi zaravayê kurmaçkî çîrok û helbestan dinivîsine û got: “Pirûkên minên çîrok û helbestan yên ku zimanê minê dayîkê pêşkêşî min kirî. Herwiha hinek ceribandinên minên kum in bi zimanê xwe nivisiye hene.” Bedriye bilêvkir ku yên ku ziman ji kok de parastine jinin û wiha got: “ji ber zarok jiyanê ji dengê dayîka xwe hîn dibe. Dema ku dayîka wan dibêjin ‘merheba’ ew deng diçe zarok û zarok bi dengê dayîka xwe mezin dibin.” Bedriye destnîşan kir ku bi hişmendî kirina jinan din ava civakê de pir giringe û got: “ Divê çî ji destê wan tê di hemû navendên jiyanê de zimanê xwe bidin jiyankirin. Şert û mercên wan çî dibin bila bibin divê şertên xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe ava bikin. Dema ku jin li dilê xwe guhdarî bikin dê bibînin ku zimanê dayîkê fêrgiha herî giringe.”


(zt)