Niha dema zarok di ‘Zarok Amed’ de bipeyîvin hatiye
12:04
Niha dema zarok di ‘Zarok Amed’ de bipeyîvin hatiye
Derya CEYLAN-Gulistan KORBAN / JINHA
AMED – Li Amedê piştî “Genc Amed” û “Jin Amed” vê carê ji bo zarokan jî saziyên peywendîdar ketin nava hewildanan û dê di 15’ê Adarê de “Zarok Amed” bê li darxistin. Koordinatora “Zarok Amed” Hulya Uyanik diyar kir ku kes guh nadin zarokan û got: “Êdî dem hatiye ku zarok di derbarê xwestekên xwe de nêrînên xwe bînin ziman.”
Piştî “Genc Amed” û “Jin Amed” vê carê dê li Amedê bi zarokan re bên bahev. Di 15’ê Adarê roja şemiyê saet 10.00’an de li Navenda Jiyana Hevpar ya Sumerparqê dê “Zarok Amed” bê li darxistin. Di “Zarok Amed” de dê zarok li sar pirsên weke “Em bajarek çawa dixwazin?” nêrînên xwe bînin ziman. “Zarok Amde” dê bi du runiştinan bê li darxistin. Di runiştina yekem de dê zarok li ser atolyeyên xwe yên muzîk, wêne û wêjeyê bixebitin. Di runiştina duyem de jî dê zarok derkevin kursiyê û li ser pirsgirêkên zarokan nêrînên xwe bi nirxînin û ji bo jiyana alternatîf pêşiniyarên xwe bînin ziman. Ji bo Amade kirina “Zarok Amed” Şaredariya Bajarê Mezin li gel gelek saziyên civaki yên sivîl hatine bahev û bi vî awayî amadekariye wê hatiye kirin. Girêdayî mijarê Koordînatora “Zarok Amed” Hulya Uyanik da zanîn ku zarok pêşeroja wanin û divê zarok jî li ser avakirina pêşeroja xwe xwediyê mafê gotinê bin.
‘Mafê gotinê nayê dayîna zarokan’
Hulya got: “Me bi projeyên xwe yên weke ‘Genc Amed’ û ‘Jin Amed’ ji jinan û ciwanan di derbarê pêşerojê de fikir girtin. Me bi saziyên ekolojîk re jî nirxandinên diderbarê van mijaran de girtin. Li Amedê girêdayî pirsgirêkên jin û ciwanan û ji bo çareseriyê me fikiri û pêşiniyar girtin.” Hulya bi bîr xista ku di “Genc Amed” û “Jin Amed” de ewan li ser mijarên weke “Ji bo zarokan bajarek çawa?” jî mîqaş kirine. Hulya destnîşan kir ku tucarî zarok nebûne xwediyê mafê gotinê û dê di vê li wê zarokan guhdarî bikin.
‘Zarok çî dixwazin divê bi xwe bînin ziman’
Hulya anî ziman ku ji bo bi zarokan re bên bahev despêkê ew bi saziyên peywendîdar re hatine bahe û wiha got: “Em bi saziyên weke “Şaxa Egitim-Sen ê ya Amedê, Komeleya Pisporên Xizmetên Civakî, Komeleyên bi zarokan re dibin heman banî de, Malên Piştevaniya Perwerdêyên Amedê û Şaxa Zarokan ya Xizmetên Civaki ya Şaredariya Bajarê Mezin yê Amedê re hatin bahev. Emê ji bo zarokan karin xebatek çawa bikin. Me nirxandin kir. Di dawiyê de me li ser fikira “Zarok Amed” biryar da.”
‘Dê di kursiyê serbest de zarok bipeyîvin’
Hulya bilêvkir ku dê di hevdîtina “Zarok Amed” de 200 zarokên ku temenê wan di navbera 10-12’an de cih bigirin û wiha domand: “Dê ‘Zarok Amed’ ji du runiştina pêkbê. Di runiştina yekem de dê li ser cîhana hindirîn ya zarokan di aliyê mûzîk, wêne û wêjeyê de bê sekinandin. Di beşa duyem de jî dê zarok rabin kursiyê û li ser mikrofunê nêrînên xwe bînin ziman.” Hulya diyar kir ku zarok pêşerojek çewa dixwazin dê bi xwe bînin ziman û wiha got: “Dê zarok li ser kursî daxwazên xwe bînin ziman. Li wê berpirisyariya me li wan guhdarî kirine. Ji bo xeyalên wan bên cih proje çêkirin û li gora daxwazên wan bicîh anîna projeyane.”
‘Divê zarok neyên paş guh kirin’
Hulya bilêvkir ku dê zarok bi awayek azad nêrînên xwe bînin ziman û got: “Heta niha di projeyên hatine kirin de qala zarokan hatiye kirin lê zarokan bi xwe guhdarî nekirin. Ji ber van sedeman divê di her aliyî de li zarokan bên guhdar kirin.” Hulya da zanîn ku li aliyekê ji bo zarokan û jiyanek baş pêşkêşî wan bê kirin tekoşîn tê kirin, li aliyê dinê jî li wan nayê guhdarî kirin.
Dê zarok di ‘Zarok Amed’ de biqêrin
Hulya di dawiyê de got: “Zarokên ku diçin dibistanê , yên neçar dimînin ku bixebitin, yên berasteng û zarokên ku ji ber zimanê xwe yê dayîkê nizanin ji saziyên perwerdê dur disekinin hemû li cihekê kom bibin û nêrînên xwe bi hev re parave bikin. Her wiha di derbarê Amedek çawa? Pêşerojek çawa? de dê xwestek daxwaz û nêrînên xwe bînin ziman. Dê zarok di hevdîtina ‘Zarok Amed’ de biqêrin.”
(zt)

