Li İzmir'ê panela ‘Li ser vê Axê Jinên Dinê’
13:53
JINHA
İZMİR – Ji aliyê Atolye ya Rubiru bûyînê ve panela bi navê “Li ser vê Axê Jinên Dinê” hat li darxistn. Di panelê de Nivîskar Zeynep Tozduman diyar kir ku nivîskarên jin yên ermanî di dîrokê de xwediyê ciheke giringin. Zeynep agahiyên giring da û got: “Di dema Osmaniyan de nivîskariya jinan weke bêhuybûnê dihat dîtin.”
Ji aliyê Atolye ya Rubiru bûyînê ve panela bi navê “Li ser vê Axê Jinên Dinê” hat li darxistn. Di panela li Salona Konferansê ya TUMTİS’ê hat li darxistin de welatiyan eleqeyek mezin nîşan dan. Nivîskar Talat Ulusoy û Nivîskar Zeynep Tozduman weke panelîst tevlî panelê bûn. Di panelê de jinên weke Elbis Gesaratsayan, Sirpuhi Dusop, Zabel Asadur, Zabel Yesayan, Hayganus Mark….yên ku di salên 1800’an de li ser erdnîgariya Tirkiyê hatine dunyayê û mezin bûne hatin bibîranîn. Li ser jiyana jinên ku di dîroka Osmaniyan de di qadên tekoşîn û weşanê de rolên giring girtine hatin axaftin.
Jinên ku navên xwe li dîrokê kolane
Zeyneb balkişand li ser rol û giringiya jinên ermenî û got: “Elbis Gesaratsayan jina ermeni ya ku yekem car kovar weşandiye. Elbis Kovara bi navê ‘Gitar’ weşandiye. Zabel Yaseyan jina ku herî zêde li ser dîroka ermeniyan nivisiye. Xebatên wê yên diderbarê aştiyê de jî hebûn. Zabel ji ber dîroka Osmaniyan ya bi perspektîfên zayendparêziya civakî nêz dibûn. Zabel li Fransa tevlî ‘Bi Riya Perwerdê Cemiyeta Jinan ya ji bo Aştiyê’ bû û ji bo aştiyê tekoşînek giring kiriye.
‘Weke yên dinê li jinan nêrin bese’
Zeyneb da zanîn ku dîroka jinên ermeni û tekoşîna wan ya ji bo aşitiyê li Tirkiyê nehatiye nivîsîn. Zeyneb destnîşan kir ku li gel ewqas pêkutî jî jinên ermenî dest ji tekoşîna xwe bernedane bi taybetî jî tekoşîna wan ya di aliyê feminisiyê de. Zeyneb derbirî ku li gel van tevan jî dîroka jinên ermenî ji nedîtî ve hatiye nêrîn. Zeyneb anî ziman ku li ser vê axê jinên ermenî, rom, suryanî weke yên dinê hatine dîtin û got: “Li ser vê axê jin bûyîn weke yên dinê li wan tên nêrîn.”
‘Femînîzim qêrîna edaletêye’
Zeyneb diyar kir ku jina ermeni ya binavê Hayganus Mark ji bo jinan cîhanek bi edalet xwesitye. Hayganus weke wêjevanek jêhatî femînizim jî weke “qêrîna edaletê” binav kiriye û wiha goti: “Hayganus bi navê ‘Hay Gin’ (Jinên Ermenî) kovarek weşandiye. Weşandina Kovara Hay Gin ê bi armanca tevgera jinan û dîroka feminizimê. Di kovarê de nivîsên girêdayî jinên Ewrupa û Emerîka jî weşandiye.”
Zeyneb balkişand li ser jiyan jinên ku li ser erdnîgariya Anadoluyê û got: “Jinên ermeni yên k udi dîrok û wêjeyê de xwediyê roleke giringin. Di heman demê de jig elek qedîm yên li ser vê axêne. Di demên Osmani û İtihat Terakiyan de di şert û mercên herî zor de fikira feminizmê parastine. Di dîroka tirkan de yan ji nedîtî ve li wan hatiye nêrîn yan jî ew tune hesibandine. Di dema ku ermeniyan li ser vê xakê jiyan dikinrin de ev 5 jinên wêjevan dihatin nasîn û bi bîranîn. Em şanasin ku piştî 100 salan deynê xwe yê alîkariya jinan bidin.”
(zt)

