‘Duyemîn serhildana Qamişlo’
14:02
JINHA
QAMIŞLO– Cenazeyên 9 welatiyên ku di êrîşa çeteyan a Qamişlo de jiyana xwe ji dest dan ji aliyê hezaran kesên ku Serokwezîr û wezîrên Rêveberiya Xweser jî di nav de ve, bi meşekê birin goristanê. Di meşê de dirûşmeyên wekî, “Duyemîn serhildana Qamişlo” û “YPG, YPG tolhildan”
hatin berzkirin.
Cenazeyên 8 welatiyan ku li Mizgefta Taxa Enteriyê bûn û cenazeyê Elî Xelef ku ew jî di heman êrîşê de birîndar bibû û şevê din jiyana xwe ji dest da, ji aliyê hezaran welatiyan ve hatin wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Delîl Saruxan ve derxistin rê.
Li pêşima meşê malbatên welatiyên jiyana xwe ji dest dane cih girtin, li pişt wan cenazeyên 9 welatiyan ji aliyê hezaran kesan ve li ser milan hatin oxirkirin.
Di meşe de alên YPG’ê wêneyên welatiyên jiyana xwe ji dest dane û pankarta “YPG tolhildan” hate vekirin. Her wiha dirûşma “YPG, YPG tolhildan” û “Duyemîn serhildana 12’ê Adarê” hatin berzkirin.
Dema meş gihîşt ser rêya Enteriyê, rêxistinên ciwanan ên ku ji bo bîranîna qurbaniyên 12’ê Adarê kom bibûn jî, tevlî meşê bûn.
Cenaze piştî meşeke nêzî kîlometreyekê, gihîştin Goristan Şehîd Delîl Sarûxan. Piştî cenaze gihîştin goristanê, merasîm destpê kir.
Di merasîmê de Serokwezîrê Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Ekrem Hiso, wezîrên hikûmetê, reveber û endamên partiyên siyasî û rêxistinên civakî, her wiha bi hezaran welatî amade bûn.
Merasîm bi axaftinan didome./..

