‘Hêvî dikim ku rojek berpirsên vê demê vê fîlmê temaşe bikin’
11:18
Mizgîn TABU – Zehra DOGAN / JINHA
AMED – Li Amedê galaya belgefîlma Sîmurgê pêk hat. Derhêner û senarîsta belgefîlma Sîmurgê Ruhî Karadag, destnîşan kir ku divê berpirsên vê demê vê fîlmê temaşe bikin û hêvî dikim ku dê rojek bên temaşe bikin.
Galaya Sîmurg li salona Sînemaya Şehir a Amedê hat pêşandan. Derhêner Ruhî Karadag jî tevli galayê bû. Belgefîlm li Amedê rastî eleqeyeke mezin hat. Belgefîlma Sîmurg a ku bandora rojiyên mirinê û çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan vedibêje û bi gotinên girtiyên ji rojiya mirinê derketin tê vegotin. Belgefîlm çîroka 6 kesên ku di sala 1996’an de tevli grevên birçibûnê bûye tîne ziman. Di fîlme de dîmenên operasyona ku bi navê ‘Vegera Jiyanê’ pêk hatî hatiye bikar anîn. Dîmenên operasyonê 20 seatan didome. Di salên 2000’an de carek din rojiyên mirinê dest pê kir. Bi xebateke 10 salan belgefîlmek bi vî rengî derket holê. Refîk, Çîgdem, Huseyîn Muharrem Gunduz, Alî Ekber, Cafer li goristana Ayça Îdîl Erkmenê dicivîn û rojên berê bibîrtînin, her wiha piştgirî didin çalakiya ku didome. Derhêner Ruhî Karadag, diyar kir ku hêvî dike ku rojek berpirsên vê demê vê fîlmê temaşe bike.
‘Piştgiriya kedkarên çapemeniyê girîng e’
Huseyîn Muharrem Gunduz kedkarê çapemeniyê bû destnîşan kir ku rojiya mirinê ya di sala 1996’an de medya rastiyê venegot. Huseyin wiha dirêjî da axaftina xwe: “Raya giştî bi saya belgefîlma Sîmurgê rastiya vê salê hîn bibe. Hefteya borî girtiyên siyasî grevên birçibûnê bi dawî kiribûn. Heke çapemenî rastiyê raya giştî re bibeje dê çalakî betir bighije armanca xwe. Divê her tim piştgiriyê bidin kedkarên çapemeniyê yên ku rastiyê vedibejin.”
Dayikan Delîl Îldan Bahar Îldan jî bal kişand ser pêvajoyê û destnîşan kir ku bi dehan sal derbas bû he heya niha tu guhertinek pêk nehatiye. Bahar, bal kişand ser kurê xwe û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Kurê min û bi hezaran kurê vê welatî heman rewşê dijîn. Dilê min û bi hezaran dilê dayikên din jî bi êş e. Tiştek destê min nayê û ev tişt jî min gelek xemgin dike.”
‘Gihiştin gelek arşîvan’
Derhêner û senarîsta belgefîlma Sîmurgê Ruhî Karadag, di axaftina xwe de bal kişand ser belgefîlmê û wiha axivî: “Ji bo belgefîlmê gelek arşîv hewce bû û di dîtina dîmenan de jî gelek zehmetiyan re rû bi rû mam. Di dema bûyeran de ez rojnameger bû û bûm şahîdê hemû bûyeran. Di destê min de du kamerayên ku li girtîgehê dîmen kişandî heye. Dîmenek ji hêla kesên ku operasyon dane dest pê kirin hatiye kişandin. Dîmenek jî ji hêla kesên ku dengê xwe li hemberî bûyeran bilind kiri ve hatine kişandin.”
‘Rastî hat veşartin’
Ruhî, got ku piştî rojiyên mirinê ya sala di 2000’an de hemû televîzyonên li Tirkiyeyê bi sernavê ‘Hikûmet di operasyonê de mafdar bû’ derket pêşberî raya giştî. Ruhî, got ku kesên destê vê bi xwîn van dîmenên li hindûrê girtîgehê kişandiye û bi rengek cûda raya giştî re hate pêşkeşkirin, mirov nikare rastiyê bibîne. Ruhî, daxuyand ku gelek dîmenên veşartî hebû û li pêy van ketim û cara yekem di belgefîlma Sîmurgê de raya giştî re parvedikim.
‘Berpirs nehatin darizandin’
Derhêner Ruhî, destnîşan kir ku divê berpirsên vê demê vê fîlmê temaşe bikin û hêvî dikim ku dê rojek bên temaşe bikin. Ruhî, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heya niha kesek ji ber vê operasyonê nehatine darizandin. Lîstîkvanên vê belgefîlmê kesên ku tevli greve bûnê û bi operasyonê re rû bi rû mane. Hin lîstîkvan ji ber sedemên siyasî nikarin bên Tirkiyeyê. Niha tenê daxwazeke Huseyîn heye rojek bê Dêrsim û Amedê. Niha em hatin Amedê, hêvî dikim ku emê biçin Dêrsimê. Huseyîn û Delîl niha li vir in, Refîk nekarî bê, gelek hevalên me jiyana xwe ji dest dan. Çîgdem, Cafer, Huseyîn Yurt li derveyî welatin û nikarin bên.”
Kamera – Wêne: Mizgîn Tabu – Zehra Dogan
(zd/gk/la)

