Meral: Çar aliyan bi têlan bihonin bila kurd dernekevin çiyan!

17:04

Meral: Çar aliyan bi têlan bihonin bila kurd dernekevin çiyan


JINHA


AMED – Rêvebera Diyar TUHAD-DER’ê Hêvîdar Bozkuş diyar kir ku ji bo balêbikişînin li ser rewşa girtiyên nexweş dê ji Amedê heta Enqereyê bimeşin. Cîgira Hevseroka Gişti ya BDP’ê Meral Daniş Beştaş jî anî ziman ku ji mirina girtiyên nexweş AKP berpirsyare û got: “Li gel neberdana  girtiyên KCK’ê AKP heye. Li derdora çar aliyên Kurditanê bi têlên hunayî bigirin ji bo kurd dernekevin çiyan.” 


Ji aliyê Hewldana 78'an ya Amedê û Diyar TUHAD-DER'ê ve bi boneya derbeya leşkerî ya 12'ê Adara 1971'an û der barê rewşa girtiyên nexweş li ber girtîgeha Tîpa E ya Amedê daxuyanî hat dayîn. Cîgira hevseroka giştî ya BDP'ê Meral Daniş Beştaş, Meclisa Dayikên Aştiyê, ÎHD, KESK, Odeya Tabîban, Odeya Mîmaran, endamên saziyên civakî, xizmên girtiyên nexweş û gelek welatî tevli daxuyaniyê bûn. Di daxwiyaniyê de panqartên weke “Dimirin heta kengê emê bêdeng bimînin”, “Bila ji girtîgihan êdî darbest dernekevin” hatin vekirin.


‘Dê barbeciyên 12’ê Adarê û 12’ê Îlonê bên darezandin’


Rêvebera Diyar TUHAD-DER’ê Hêvîdar Bozkuş balkişand li ser rewşa giritiyên nexweş û wiha got: “Heger hinek hesyeta wan hebe dê li şona qatîlan girtiyên nexweş berdin. Ji îskencekirina malabatan vegerin. Bila dayîk êdî axînan nekêşin. Edalet ne ji bo veşartina qirêjiyên we ji bo di xizmeta her kesê debe û her kes jê sudê bigirin hatine avakirin.” Hêvîdar reşwa KCK’ê bibîrxist û got: “Girtiyên ji doza KCK’ê bi hinceta ‘dê derkevin çiyê’ bernadin. Ji ber van nêzîkatiyên wan û di zagonan de naçêkirina duzenekê emê bi meşekê bertekên xwe bînin ziman. Emê bi 8 komele û 3 nûnerên xwe yên peywendîdar bi 15-20 rêveberên xwe ji Amedê heta Enqereyê bimeşin.”


‘Ji bo kurdan zagonek cuda bikar tînin’


Cîgira Hevseroka Gişti ya BDP’ê Meral Daniş Beştaş jî balkişand li ser bêmafiya li Tirkiyê û got: “Dewletê biryara girtiyên nexweş di hindir de bimirin daye. Ji bo xwe biryaran derdixin ‘heger ji bo civakê xeterene wêdemê bernedin.’ Li ser kurd xistina xwêre bidehan sal derbasbû. Heger yek girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest bidin qatîl AKP ye. Kurdan bi cudaxwaziyê gunehbar dikin lê yên cudaxwaziyê dikin diyarin. Ji bo kurdan hiqûq cudaye ji bo tirkan jî hiqûq cudaye.”


‘Li derdora Kurdistanê têlên hunayî çêkin bila kurd neçin çiya’


Meral bilêvkir ku li piş neberdana “KCK”deshilati heye û got: “Em vê napejirînin. Ew hemû hevalên me yên li gel me siyaseta demokratîk bi rêve dibirin. Bi vê biryarê riya siyaseta demokratîk digirin û riya çuyîna çiyê li pêşiya kurdan vedikin. Wêdemê hemû kurd dikarin biçin çiyê. Li derdora çar aliyên Kurditanê bi têlên hunayî bigirin ji bo kurd dernekevin çiyan.” 


 (zt)