Dayîka Sakine Cansız qeyrana dil derbaskir
17:33
JINHA
BERLİN – Dayîka Sakîne Cansiz ya ku di 9’ê çileya sala 2013’an de li Parîsê di nava jinên siyasetvanên kurd de hatî qetilkirin Zeyneb Cansiz qirîza dil derbas kir û rakirin nexweşxanê.
Dayîka yek ji 3 jinên siyasetvanên kurd yên li Parîsê hatin qetilkirin kSakîne Cansiz (Sara) Zeyneb Cansiz qeyrana dil derbaskir û rakirin nexweşxanê. Zeyneb Cansiz ya 79 salî di şeva derbasbûyî de li mala xwe ya li Berlînê de nexweşket û rakirin nexweşxanê. Niha li Nexweşxaneya Neu Koln ê tê tedawîkirin. Hat hînbûn ku rewşa Zeyneb Cansiz başe. Lê heta roja înê dê di nexweşxanê de dibin tedawiyê de bimîne.
(zt)

