Cenazeyên 9 welatiyan ji aliyê deh hezaran ve hatin definkirin

17:57

JINHA


QAMIŞLO – Cenazeyên 9 welatiyên ku di êrîşa çeteyan a li bajarê Qamişlo de jiyana xwe ji dest dasbû, ji aliyê deh hezaran kesan ve hatin definkirin.Merasîma cenazeyên 9 welatiyan ku li Goristana Şehîd Delîl Saruxan hate lidarxistin, piştî axaftina 


Serokwezîr Ekrem Hiso û rêvebera TEV-DEM’ê Henîfe Hisên, bi axaftina endamê ENKS’ê Luqman Yusuf dom kir. Yusuf diyar kir ku gelê kurd bi serhildana 12’ê Adara 2004’an re azadiya xwe nas kiriye û got ku ew ê şehîdên 12’ê Adarê jibîr nekin. Piştre Serokê Wezîrê Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan Ebdulmesîh Çoxo axivî. Çoxo diyar kir ku kesên jiyana xwe jidest dane, hevalên wan ên xebatê bûne û soz da ku ew ê li ser riya wan bimeşin.


Endamên malbatên 9 welatiyên jiyana xwe ji dest dane jî yek bi yek derketin ser dikê û axaftin kirin. Di axaftinan de soza şopandina riya şehîdan hate dayîn.


Piştî axaftinan endamên hikûmetê endamên malbatên 9 welatiyan yek bi yek hembêz kirin û sersaxî xwestin.


Piştre cenazeyên 9 welatiyan di nava tîlîlî û dirûşmeyan de spartin axê. Piştî merasîmê girse belav bû.