‘Cudabûna çîni, bi guhertina cil û bergan nayê veşartin’

13:12

Mizgîn TABU / JINHA


AMED –  Endama Lîjneya Egîtîm Sena Amedê Fatmagul Gulçîçek, bal kişand ser guhertina qanûna cih û bergên xwendekaran û wiha got: “Bere jî cudabûna çîni hebû. Kortalên mezin di navbera aboriya malbatan de heye. Mirov nikare zarokan bi cil û bergan bixapîne. Ji ber ku çîkolatayên ku zarok distînin, montên ku li xwe dikin, pêlavên ku li pêdikin, pênûs û hwd. li hevdû cuda ne. Divê dewlet li şûna ku budçeyek ji şer re vediqetine divê budçeyê ji malbatê re veqetine.”


Hefteyeke li ser guhertina qanûna cil û bergên xwendekarên dibistana seretayî û lîseyî gelek nîqaş hatin kirin.  Guhertina qanûnan ji hêla muxalîfan ve nayê qebûl kirin. Li gorî hin derdoran dê cudabûnek texê di nav bera aboriya malbatan, hin der dor jî wekî  gaveke azadiyê dinirxînin û hin der dor jî wekî ranteke siyasî dinirxînin. Endama Lîjneya Egîtîm Sena Amedê Fatmagul Gulçîçek 10 sal in mamoste ye û diyar kir ku divê dewlet li şûna ku budçeyê ji şer re vediqetine bila malbatan re veqetine dê bi vî rengî zarok rihetir biçin dibistanan.


Encama feraseta yekparêziyê


Endama Lîjneya Egîtîm Sena Amedê Fatmagul, diyar kir ku azadiya cil û bergên dibistanan ji bo azadiyê girîng e û ji ber ku yektîpbûna xwendekaran ne rast e. Fatmagul, daxuyand ku hikûmeta AKP’ê 10 sal in serdeste, lê çima pirsgirêka cil û bergan çareser nake û niha carek din tîne rojeve. Li gorî min amedekariya hilbijartinê ye.” Fatmagul, da zanîn ku heke qanûnek bi vî rengî tê guhertin divê nêrînên mamoste û xwendevanan jî bihata girtin. Li gorî Fatmagulê tişta herî girîng guhertina feraseta yekparêziyê ye.


Cudabûn çînî…


Mamoste Fatmagul, di axaftina xwe de bal kişand ser gotinên CHP’ê ‘Dê cudabûnek bikeve navbera çinî (sınıf),  rewşa zarok dê têk biçe’, wih pê de çû: “Bere jî cudabûna çîni hebû. Kortalên (uçurum) di navbera aboriya malbatan de gelek mezin in. Mirov nikare wekî kortal nîne, nêzî zarokan bibe. Mirov nikare zarokan bi cil û bergan bixapîne. Çîkolatayên ku zarok distînin, montên ku li xwe dikin, pêlavên ku li pêdikin, pênûs û hwd. li hevdû cuda ne. Di sala 1923’an heya îro kortalên di navbera aboriyê de her ku diçe mezintir dibe. Divê dewlet li şûna ku budçeyek ji şer re vediqetine divê budçeyê ji malbatê re veqetine.”


‘Bi gotina ‘lê belê’ azadî pêk nayê’


Endama Lîjneya Egîtîm Sena Amedê Fatmagul, got heke azadiyek der barê cil û bergan de anîbin ziman, bila azad bibe. Fatmagul, destnîşan kir ku heke wekî makeqanûnê ‘lê belê’ bê gotin ev mijar bi pirsgirêke. Fatmagul Gulçîçek, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kesek li derve bi pêcama nagere. Îfadekirina vê tê wateya astengkirina azadiyê ye. Kes divê biryara xwe bi xwe bide. Biryara zarokan ji bo me girîng e. Qanûna azadiya cil û bergan a dibistanan, ranteke siyasî ye. Di nava civakê de qadên azadiyê bi pirsgirêke. Heke zaroka vê turban bide serê xwe, ez jî dikarim bibêjim bila zaroka te jî turban bide serê xwe. Li vir feraseteke heye û ev ne baş e. Divê her kesek çawa dixwaze bi ola xwe bijî bila wisa bijî. Lê polîtîkaya ol ya Tirkiyeyê tê meşandin mirovan matmayî dike. Heke ol wekî siyasetek li hemberî gel bê bikaranîn li vir tu şansekî/kê vê nîne. Di vê mijarê de pirsgirêk dê derkevin holê. Şev nîvê şevê qanûn hat guhertin û derxistin.”


(gk/la)