Heger em xwezayê ji vê rewşê xelas nekin ….
10:32
Mizgin TABU-Zehra DOGAN / JINHA
AMED - Li Baxçeyê Hevselê nobeta ciwanan di roja 13’an dene. Gulşen Ozer bang li welatiyan kir ku piştevaniyê bidin vê çalakiyê û got: “Heger em xwezayê ji vî halî rizgar nekin dê tola vê ji me hilîne.” Aktîvîsta Komeleya Ekolojiyê Zeyneb akinci jî diyar kir ku ew weke ekolojîst desturê nadin vê talanê.
Dema ku Cigera Amedê Baxçeyê Hevselê yê xwediyê dîrokek ya 8 hezar sale ji aliyê Wezîrê Bajarvanî û Derdor ve weke “Herêma Rezerv” hat dîtin, ciwanan dest bi berxwedanê kirin. Ji aliyê ciwanan ve berxwedana ku berîniha 13 rojan despêkiribû bi piştevaniya gelek saziyên civakî û gelek navendan mezinbû. Berxwedana li Baxçeyê Hevselê bi pêşandana semîner, panel û sînevizyonên li ser dîroka polîtîkayên qirêj yên li ser talankirina xwezayê berdewam dike.
‘Armanc ewe ku divê cihên dîrokî neyên tunekirin’
Xwendekara Zanîngehê Evîn Karaşin di derbarê nobeta xwe ya li hember talankirina çand û xwezayê ya Baxçeyê Hevselê de nêrînên xwe anî ziman. Evîn da zanîn ku ji bo ew di rayagiştî de hişmendiyek ya xwedî derketina li nirxên çandî û xwezayî çêkin di konan de li ser mijarên weke pirtûkxane, ekolojî û jineolojî disekinin û got: “Di nava kon de pirtukxaneya me heye û her kesên ku bixwazin dikarin bên pirtûkan bixwînin. Di kon de li ser jineolojiyê civîn tên çêkirin. Keda li Hevselê keda me tevane, berhem berhemê me tevane, Hevsel ya me tevane. Ez li hemberî yên ku berxwedana Gezî û Hevselê dişibînin hevim.” Evîn destnîşan kir ku Gezî navgînekbû, lê Hevsel li himber tunekirina dîrokê berxwedaneke.
Ji bo Natralizmê Hevsel
Aktîvîsta Xwezayê Neslîhan Usta derbirî ku dema ku bûyera Hevselê bihistiye hema zu xwe gihandiye Amedê û got: “Weke Geziyê heta dawiyê di nobeta Hevselê de jî emê li ber xwe bidin. Dema ku mirov li Hevselê dinêre xwelên li gel Geziyê hevbeş hene. Divê li gorî nasnameya polîtîk lê neyê nêrîn û her kes bên piştevaniya vê çalakiyê bikin. Em çalakiyek naturalist difikirin û li vê derê li benda herkesêne ku piştevaniyê bidin çalakiya me.”
‘Yaku Amed kiriye Amed Hevsele’
Lîstokvana Dewlet Tiyatroyê Ruken Ozhan jî got: “Çî mirov yan jî xwezabe ferq nake qirkirin qirkirine. Dema ku pergalê mirovên bikuje nedît vêcarê êrîşî xwezayê dikin. Weke Roboskiyekê ji cihek ku bi tevayî dibin deshilatiya xwezayê de têm. Ez li hember pergala ku wiha bi sosretî xwezayê qetildikin pir bi bihêrsim. We hikumeta ku li hember Roboskiyê bêdeng mayî li Hember Hevselê bi baldarî tevgerîn qet jî samîmî nayêdîtin. Yên ku Hevsel aniyîn vê rewşê paşê biçin lêborinê bixwazin. Ewqas deskeftiyên ji vê derê girtine paşê biçin daran ji nû de biçînin. Nirxên dîroki yên ku Amed kiriye Amed tunedikin û tuştekê nahêlin. Em êdî naxwazin betonê bibînin. Ez difikirim ku di pêşerojê de dê cudahiya navbera kesan nemîne û hêj zêdetir ji hev heskirin û li hemberî hev rêzigirtin pêşbikeve. Bi vê bûneyê em bang li hemû gel dikin ku li vê derê piştevaniyê bidin me.”
‘Ji bo piştevaniyê ez ji Danîmarkayê hetime’
Welatiya bi navê Sebahat anî ziman ku wê bi riya medyayê çalakiya Hevselê bihistiye û got: “Ez ji vêderême lê demdirêje li Danîmarkayê dijîm. Dema ku min çalakiya Hevselê bihîst hema ji bo piştevaniyê ez ketim rê. Li vêderê çêkirina projeyên weke konut û rezervyê sucek yê mirovahiyêye. Ji ber van sedeman divê ji 7 heta 70 salî hemû welatî piştevaniya vê çalakiyê bikin.”
‘Li Mezopotamya yê xwedîderkevin’
Aktîvîsta Komeleya Ekolojiyê Zeyneb akinci jî bilêv kir ku ji bo ku welatiyên bi armanca piştevaniya Hevselê hatine tevlî çalakiya nobetê bûne pir ji mijarê dur nemînin û herî kêm agahiyên wan diderbarê mijarê de hebin ew panel û çalakiyên girêdayî mijarê li dar dixin û wiya doman: “Di bin sernava di gelî de çî dibe? Gelek nîqaş çêdibin. Pergala kapîtalîzimê dixwaze li her derê xwezayê bigirin bin destê xwe. Ji bo cihên ku navê wan di UNESCO yê de derbasdibin bigirin bin destê xwe dixebitin. Ez difikirim ku heta ev pirsgirêk neyê çareserkirin emê li gel ciwanan û saziyên civakî berxwedana xwe berdewam bikin. Em weke aktîvîstên ekolojiyê tucarî desturê nadin van talanên xwezayê.” Zeyneb diray kir ku her roj ji hezaran zêdetir ziyaretcî tên Hevselê ziyaret dikin. Zeyneb da zanîn ku Hevsel yek ji cihên ku navê wê di dîroka Mezopotamya de derbas dibe ber bi tunebûnê ve diçe.
‘Bi qirkirina Hevselê zarokatiya min ji destê min digirin’
Gulşen Ozer jî got: “Heger em xwezayê ji van qirkirinan xilas nekin dê pir xirab tola xwe j ime bigire.” Gulşen destnîşan kir ku çî mirov dibe çî xweza qirkirin her qirkirine. Gulşen anî ziman ku divê welatî bi vê hesasyetê nêz bibin û got: “Heger ev proje berdewam bike dê cigerê Amedê tunebibe. Niha kezeba Amedê tune dikin, desturê nedin. Zarokatiya min li vêderê derbasbû. Ev der weke cihên keyf û seyranan dihatin karanîn. Lê ez niha li vêderê wê xwezaya xemilandî nabînim. Dema ku ez Hevselê di vê rewşê de dibînim weke ku zarokatiya min ji destê min girtine dibînim. Ez li hemberî xirakirina hevsengiya xwezayême û ji bo parastina xwezayê çî ji destê min bê ezê bikim.
(zt)

