Li Rihayê namzetên Ereb: Emê bibin dengê hemû jinan

12:50

JINHA


RİHA – Bajarê Rihayê yê ku bûye malek gişti ya bi hev re jiyan kirina gelek çand û gelên cuda. Du namzetên hevşaredarên BDP’ê yên Rihayê yên bi nasnameya xwe erebin, li nasnameya xwe ya berê digerin. Namzeta Hevşaredara Haliliyê Sema Aişeoglu û Namzeta Hevşaredara Eyubiyê  Hedibe Otunç Dursun diyar kirin ku li Rihayê çanda hewitiyê pir zêdeye û ew dê li hemberî vê pergalê şer bikin. Namzeta Hevşaredara Eyubiyê  Hedibe got: “Emê di şaredariyê de bibin dengê jinên kurd, tirk, ereb, ermenî û elewî.”


Bajarê Rihayê yê ku bûye malek gişti ya bi hev re jiyan kirina gelek çand û gelên cuda. Du namzetên hevşaredarên  BDP’ê yên Rihayê yên bi nasnameya xwe erebin, li nasnameya xwe ya berê digerin. BDP’ê li Navenda Rihayê li Navçeyên Halilye û Eyubiye yê Sema Aişeoglu û Hedibe Otunç Dursun armanc kirine hem bi nasnameya xwe ya ereb bibin dengê erebên li wê û hem jî bi nasnameya xwe ya jinbûnê li wê bibin dengê jinan. BDP’e li navendên dinê jî bi projeyên xwe yên bi vî awayî suryanî, tirk, ermenî û  ji her nasnameyan gel tînin rêveberiyê. Bi vî awayî BDP hewildide ku bi şîara “Bi Rêveberiya Xweser ber bi Nasnameya Azad ve” bibe bersiv. Sema û Hedibe jî dan zanîn ku dê bi nasnameya xwe ya ereb û jinbûnê bibin dengên mirovên weke yên dinê hatine dîtin, yên tune hatine hesibandin û dengê yên hatine perçiqandin.


‘Emê bibin bersiva pirsgirêkên jinan’


Namzeta Hevşaredara BDP’ê ya Haliliyê Sema Aişeoglu destnîşan kir ku ewê bi nasnameya jina ereb û kurd serî li BDP’ê daye. Sema derbirî ku li Rihayê gelek kêmnetew tên dîtin. Sema diyar kir ku erdnîgariya Rihayê erdnîgariyek wihaye ku li ser gelek gelên cuda yên weke kurd, tirk, ereb û ermenî dijîn. Sema anî ziman ku di nava BDP’ê de bûyîna namzet faktork gelek cudaye û got: “Ji bo ziman çand û nasnameya me ji bişaftinê xilas bibin û jiyan kirina wan giringe. Emê bibin bersiva pirsgirêkên jinan. Divê bajarek tenê di aliyê sererest kirina abarî de lê nayê nêrîn û neyê nirxandin. Bajarek bi tevlîbûna jinan û têde xwe îfadekirina jinan çêdibe. Emê bêjin em hene û hewil bidin ku ji pirsgirêkên jinan re bibin besiv.”


‘Li Rihayê ji her du jinan jinek ji destê hevserê xwe şidet ditiye’  


Sema bilêvkir ku li Rihayê ji her du jinan jinek bûye mexdurê şideta hevserê xwe û ve jî tenê li gora hejmara fermiye û wiha got: “Bi hejmarek mezin jinên şidet dîtine û ew jiyana wan tevlî hijmarên fermî nebûne hene. Gelek jinên ciwan ji bo ji zoriya malbata xwe xilas bibin zewicîne. Hinek jî bi zoriya malbatê hatine zewicandin. Malbat li ser zewaca keçan bazarê dikin.”


‘Zewaca duyem pirsgirêkên mezin avadikin’


Sema   da zanîn ku gelên ji ber sedemên şer ji Suriye tên weke koçber li Rihayê dijîn gelek pirsgirêkan jiyan dikin. Sema destnîşan kir ku teybetî jî jinên Surye weke “bazarê” têndîtin. Sema derbirî ku bi navê “hewitiyê” mêr jinan li ser jinên xwe tînin û bêgoman ev ji di nava malên wan de dibin sedema nexweşî û zêdebûna şer. Sema bilêvkir ku ji bo jinan perwerde pir giringe û wiha domand: “Giringe ku jin xwe pêşbixe û azadiya xwe bi des xwe ve bigihîne. Ji bo berdewamkirina nifşê nû jin xwediyê roleke herî giringe. Yên ku berdewama nifşê nû diparêzin dayîkin.”


‘Gelê ereb gelek azadîxwazin’  


Namzeta Hevşaredara Eyubiyê  Hedibe Otunç Dursun jî got: “Gelê ereb gelek xwîngerimin. Ereb xwediyê çandek ya wiha mêvanperwerin ku li kîjan deriyî bê xistin bi gotina ‘fut’ an go ‘fermo’ re derî vedibe. Ew mêvan ji ku hatibe ferq nake despêkê ça û xwarinê didanin ber wan. Paşê jî sedema hatinê ji mêvanan tê pirsîn. Gelê ereb li gel xwîngerimya xwe aştîxwazin jî. Navendên li ber sinir hemûyan koç kirine. Taybetî jî çanda hewitiyê her ku diçe pêş dikeve. Herî zêde jî di nava gelê ereb de çanda hewitiyê pêşdikeve. Niha malbatên ku ji ber sedemên şer tên li van deran bicîh dibin ji bo keçên wan bikarin hêsan bijîn didin Rihayiyan. Ev jî dibe sedema şer dinava me jinên kurd û ereb de çêdibin. Yên vê dikin mêrin. Hişmendiya mêrane li her du jinan jî şidetê dike. Ezê weke jinek ereb di vê xetê de kar bikim. Ji ber tu jin hewîtî, şidet û zoriyê napejirîne.”


‘Emê bibin dengê jinên kurd, ereb, ermenî û tirk’


Hedibe balkişand li ser pergala hevserokatiyê û anî ziman ku gelê kurd, ereb, tirk û her kes xwediyê mafê di siyaset û reveberiyên herêmî de cih girtinêye û got: “Jin karkerê nava malê û mitfexê bûn. BDP’ê jin ji nava malê û mitfexê girt anî kir aktorên siyasî.” Hedibe bilêbkir ku jina dibin deshilatiya mêran de niha li gel mêran bi hevsengî kar dike û wiha got:” Jin cihê ku bixwaze dikare xwe têde birêve bibin. Emê weke şaredarî bibin dengê jinên kurd, ereb, ermenî, elewî û tirk.”


(zt)