Jinên mamoste 8’ê Adarê pîroz kirin

13:11

JINHA 


AMED- Li Bismîlê endamên rêveberiya Egitim-Senê yên jin 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pîroz kirin.


Li Navçeya Bismîlê ya Amedê ji aliyê endamên rêveberiya Egitîm-Senê yên jin ve bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê çalakiyek hat li darxistin. Çalakî li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tigran a Şaredariyê hat li darxistin. Di çalakiyê de bi dehan jin amade bûn. Li navenda ku çalakî lê hatî amade kirin de pankart û dovîzên bi sernivîsên weke “Em hemû Sakîne, Leyla û Fîdanin”, “Her roj 8’ê Adarêye her roj berxwedane”, “Şoreşa ku jinan têde cih negirtî ne şoreşe” û “Qatîlên Berkin Elvan, Ceylan Onkol, Ugur Kaymaz dewlete” hatin vekirin. Piştî belgesel filîma li ser jinan qediya, jinan helbest xwendin. Di çalakiyê de mamostayan dik girtin û heta derengiya şevê li ber dengê sitiranan çalakiyê berdewam kir. Li jinên ku beşdarî çalakiyê bûne çîk hate belavkirin.  


(zt)