Hejmara kesên di êrîşa Qamişloyê de hatin qetilkirin gihişt dehan
13:21
Adar
13
/ 2014
JINHA
QAMIŞLO – Hejmara qurbaniyên êrîşa xwekujî ya li dijî avahiya şaredariya Qamişlo derkete 10'an.
Jina bi navê Reşen Mihemed Zekî Saryî (19) ku di êrîşa li dijî avahiya şaredariya Qamişlo de bi giranî birîndar bibû û ew rakiribûn nexweşxaneyê tevlî hemû hewldanan jî, jiyana xwe jidest da. Bi vê yekê hejmara qurbaniyên ku di êrîşa ku di 11'ê Adarê de pêk hat de jiyana xwe jidest dane derkete dehan.
Cenazeyê Rewşen rakirina Mizgefta Enteriyê.
