Li Pirsusê ji ber Berkin Elvan buroya hilbijartinê bi bêdengî hat vekirin

14:38

JINHA


AMED – Ji ber sedema Berkin Elvan jiyana xwe ji destdayî buroya hilbijartinê ya li harêma Yenîyolê ya rêxistina BDP’ê ya Pirsusê bibêdengî hat vekirin. Di buroya hat vekirin de panqartek ku wêneyên Ceylan Onkol, Ugur Kaymaz û Berkin Elvan têde cihdigirin hat vekirin.


Rêxistina BDP’ê ya Pirsusê bi boneya xebatên hilbijartinên 30’ê Adara 2014’an li herêma Yeniyolê buroya xwe ya 8’emîn vekirin. Buro ji ber sedema Berkin Elvan yê ku di berxwedanan Parqa Geziyê de birîndar bûyî û pirştî berxwedana wî ya demdirêj ya li nexweşxanê û di dawiyê de jiyana xwe ji dest dayî bibêdengî hat vekirin. Di vekirina buroyê de Serokê Navçeya Pirsusê Dawud Kesen, Namzetên Hevşaredarên BDP’ê yê Pirsusê M. Alî Aydin û Fatma Arşimend, Dayîkên Aşitiyê jî dinav de bi hazaran kes amadebûn. Di vekirina buroyê de li ser navê Dayîkên Aştiyê Hava Kiran axivî û got: “Berkin Elvan yê 14 salî ji aliyê polîsên AKP’ê ve hat qetilkirin. Bi wê bedena xwe ya biçuk 9 mehan tekoşîna jiyanê da. Lê bedena wî ya biçuk êdî nekarî li ber xwe bide. Em dewleta qatîlê zarokan şermezar dikin. Yê ku van qirkirinan dikin dê din ava rondikên çavên dayîkên kezebşewitî de bixeniqin.”


‘Dê gelê me bersiva pêwîst di 30’ê Adarê de bidin’


Fatma Arşimet jî got: “Ez weke dayîkekê êşa dayîka berxedanvanê biçuk Berkin Elvanê ji dil parve dikim û di dilê xwe de hîs dikim. Heman êş li ser erdnîgariya kurdan jî ji aliyê pergalê ve hatiye jiyan kirin. Berkin êşa Zarokên weke Ceylan Onkol û Ugur Kaymaz û bi hazaran zarokên weke wan nukir. Serokwezîrê ku êşên bivî awayî bi gelê kurd dayî jiyan kirin di mitîngên li navendên kurdan de bi gotinê xwe yên weke yek dewlet, yek al û yek welat dibêje. Dê gelê me di 30’ê Adarê de bersiva giring bidin yên ku van êşan bi wan didin jiyan kirin.”


‘Tekoşîna dayîkan ji qatîlan hesab xwestine’   


Namzetê Hevşaredariyê  M. Alî Aydin jî got: “Berkin Elvan bi wê bedena xwe ya biçuk 8 mahan tekoşîna jiyanê da. Ew tevlî karwanê şehîdên azadî û demokrasiyê bû. Dayîkên kurd yên ku bi salane êşên zarokên xwe yê bi vî awayî di dilê xwe de dijîn niha jî êşa Berkin jiyan dikin. Dayîkên me yên xwediyê tekoşîneke birometin dê hesabê van êşan bixwazin. Berkin Elvanê ru esmer tevlî karwanê nemiran bû. Ew jî weke Ceylan Onkola çavreş, Enes Ata yê 7 salî. Ev dil bi salane vê êşê dikêşe. Li gel van hemû zor û zehmetiyan jî gelê kurd di tekoşîna xwe ya azadiyê de bi ser dikevin û dê ji bo hemû gelan riya azadiyê vekirin. Emê hesabê hemû dilên biçuk yên di tekoşîna azadiyê de hatine qetilkirin bixwazin.”


Di buroyê de panqarta wêneyên Ceylan Onkol, Ugur Kaymaz û Berkin Elvan û nivîsên weke “Hevalên Rojê bêmirinin” têde cihdigirin hat vekirin. Vekirina buroyê ji aliyê Dayîkên Aştiyê ve hat kirin.


 (zt)