Li Tirkiyê nûçegihana jin ya yekem jiyana xwe ji dest da
15:18
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN – Li Tirkiyê nûçegihana jin ya yekem Vasfiye Ozkoçak di 91 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.
Cîgira Serokê berê ya Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyê (TGC) yê bû. Di sala 2003’an de Xelata Xizmeta Çapemeniyê ya Felek Burhan girtiye û Xwediyê Qarta Şerefê ya Çapemeniyê ye. Vasfiye Ozkoçak ya 91 salî di haman demê de Seroka berê ya Wexfa Piştevaniya Civaki ya TGC yê bûye jiyana xwe ji dest da. Vasfiye Ozkoçak ya li Tirkiyê yekem jinan nûçegihana polîsan bûye di sala 1923’an de li Zîle ya Tokatê hatiye dinê. Di sala 1948’an de li Fakolteya Wêjeyê ya Enstuituya Cografya ya Stenbolê xwendiye. Di sala 1952’an de jî li Zanîngiha Setnbolê Enstituya Rojnamegeriyê qedandiye. Vasfiye di haman salê de di Rojnameya Cumhuryetê de dest bi xebatê kiriye. Di demeke kin de di beşê xwe de serkeftinek mezin bi dest xistiye û bi şefa îstixbaratê bilind bûye. Vasfiye Miduriyeta Karê Nivîsan nepejirandiye. Paşê bi xwestega xwe ji rojnamê cuda bûye. Di sala 1960’an de li ser daxwaza Abdi İpekçi derbasî Rojnameya Milliyetê bûye. Di nûçegihaniya Adiliyê de bûye marqa. Vasfiye di nivîdên xwe de balkişandiye li ser “korudorên Ediliyeyê”
Jina yekem li Tirkiyê bûye Seroka Şaxa Stenbolê ya Sendîkayên Rojnameger yên Tirkiyê. Paşê jî bûye Seroka Lijneya Baltaj a Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyê. Weke jinan yekem li Tirkiyê Enstitusu ya Rojnamegeriyê qedandiye. Li welatê xwe îmza avêtiye binê gelek serkeftinên xwe yên nûçegihaniyê. Îro Vasfiye Ozkoçak di 91 saliya xwe de ço ser dilovaniya xwe. Rêvebera lijneya TGC yê Vasfiye ya k udi 91 saliya xwe de jiyana xwe ji dest dayî girêdayî mirina wê peyamek hat weşandin. Peyam wihaye: “Vasfiye Ozkoçak ya berê cîgira seroka saziya me ya bi nirx em di xemginiya wenekirina te denin. Dê piştî nimêja înê ya li Mizgefta Karacaahmet piştî ni mêja cenaze li Goristana Karacaahnet bê veşartin.”
(zt)

