Selahattin Demirtaş: Emê aştiyek mayînde bînin
16:39
JINHA
MÛŞ – Di mitînga li Mûşê ya ku bi hezaran welatî tevlîbûn de Hevserokê Gişti yê BDP’ê Selahatin Demirtaş axivî û got: “Emê aştiyek mayînde bînin. Me ji bo vê pir ked da. Dayîkên me yên dibêjin aşitî jop li wan tênxistin û têne girtin. Ciwanên me ji ber tekoşîna aştiyê hîna di girtîgehan denin. Serokwezîr dibêje emê aştiyê binin. Maqey te gerîla kişand ji derveyî sinuran, te agirbest daye çêkirin? Evane tev Birêz Ocalan, tevgera gelê kurd, gelê kurd û BDP’ê kiriye.”
Di çarçoveya xebatên BDP’ê yên hilbijartinan de li Mûşê mitîngek hat li darxistin. Bi hezaran welatî tevlî mitîngê bûn. Di mitîngê de dev posterê Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan, wêneyên 3 jinên kurd yên siyasetnemdar yên li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li gel dovîzên weke “Yên te diziyî paşde bide pereyên xwe bigire û here”, “Min got aştî te pere xwar”, “Yên te diziyî herem be”, “Ne pere ne jî dizî BDP-HDP”, “Hema hilbijartina bê baraj” û “Hevsel li ber xwe bide em amadene hemû bibin Berkin” hatin hildan. Di mitîngê de dem dem dengê durişmên weke “PKK gele gel jî li vire”, “Bijî Serok Apo” û Bijî biratiya gelan” bilind dibûn. Mitîng bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê kesên ku di tekoşîna aştî û azadiyê de jiyana xwe ji destdane despêkir. Paşê jî namzetên hevşaredarên BDP’ê û parlementerên BDP’ê gel silavkirin. Di mitîngê de Hevserokê Gişti yê BDP’ê Selahatin Demirtaş axivî û diyar kir ku deme kêm maye ji bo ampûlan bînin xwarê.
‘Ji wedên AKP’ê bawer nekin’
Selahatin anî ziman ku divê gel ji wedên AKP’ê bawernekin û wiha got: “Li gotinên AKP’ê ne nêrin li kirinên wan binêrin. Li hemberî me Serokwezîrek ku ji Roboskî re sersaxî nexwestiye heye. Bêgoman emê li gotinên wan ne nêrin. Ev 12 salin AKP li ser deshilatiyê ye. Berî niha 12 salan di aliyê feqiriyê de Mûş di rêza 81’an de bû. Ev 12 salin AKP welat birêve dibe. Hîna Mûş di rêza 81’emîn ya feqiriyê deye.” Selahatin bilêv kir ku şaredariyên AKP’ê xizmeta gel nekirine û wiha domand: “Serokwezîr li Mûşê qala liza şemendefira Konye yê dikir. Ewî we dizanî ku Mûşî biçin li şemendefira bi lez siwar bibin. AKP’ê titûna li vêderê qedandiye, Esnaf, ticaret jî qedanine êdî dê çî biqedînin ji xwe hertişt qedanine. Li vêderê bi navê xizmetê tenê mînakek ya xebata wan nîne.”
‘Te gerila derxistin ji derveyî sinur?’
Selahatin bal kişand li ser fesadiyên qala bi beran çuyîna ser buroyên AKP’ê kir û wiha got: “Heger provakasyonek wiha çêbibin teqez dê AKP bikin. Yê bike tekez nemerde. Heger hun li komên faşîstan digerin li Fethiyê binêrin. Em kengê çune derê partiya kê û me gotiye wê tebeleyê bînin xarê. Cihê van kirinan di demokrasiyê de nîne. Lê li Fethiyê herdem bi hevre wê rezîliyê dikin.” Selahatin pêvajoya çareseriyê ya ku Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan dayî despêkirin bibîrxist û got: “Emê aştiyek mayînde bînin. Me ji bo vê pir ked da. Dayîkên me yên dibêjin aşitî jop li wan tênxistin û têne girtin. Ciwanên me ji ber tekoşîna aştiyê hîna di girtîgehan denin. Serokwezîr dibêje emê aştiyê binin. Te gerîla kişand ji derveyî sinuran, te agirbest daye çêkirin? Evane tev Birêz Ocalan, tevgera gelê kurd, gelê kurd û BDP’ê kiriye.”
(zt)

