CPT rapora derbarê Îmraliyê aşkera kir

16:48

JINHA


STRASBOURG- CPT, rapora xwe ya li ser serdana Girava Îmraliyê ya Çileya 2013'an ji raya giştî re aşkera kir. Di raporê de hat diyarkirin ku li Girtîgeha Îmraliyê di hin pêkanîna de guhertin hatine kirin û hat ragihandin ku di salên dawî de 12 caran cezayê hucreyê yê ji 20 rojan li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye birîn. Di raporê de hat gotin, "Ocalan di salên dawî de 240 rojan di bin tecrîdê de hat ragirtin. Rewşeke bi vî rengî nayê qebûlkirin."


Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT), rapora xwe ya li ser serdana Girava Îmraliyê ya Çileya 2013'an ji raya giştî re aşkera kir. Heyeta CPT ya ji Pierre Restellini, Andres Magnusson û Michael Neurauter, şert û mercên ragirtinê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 5 girtiyên din lêkolîn kir.


Di raporê de hat ragihandin ku hin pêşniyarên piştî serdana 2010'an de hatine kirin bicih hatine anîn û hat gotin ku hin pêkanînên cihê rexneyê ne, veguherîne pîvanê.


Heyeta CPT li Girtîgeha Îmraliyê bi girtiyan re yek bi yek hevdîtin kir Û got, "Me dosyaya wan a tibbî lêkolîn kirin, bi doktor û rayedarên girtîgehê re me hevdîtin kir."


Di raporê de hat diyarkirin ku şertên ragirtinê li gorî salên bihurî baştir bûne û got, "Ji Abdullah Ocalan re televîzyonek hat dayîn."


Di dewama raporê de hat ragihandin ku ji bilî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di saetên derketina derveyî hucreyê ya girtiyan zêde bûne û ji van agahiyên rayedarên Tirk ên li ser mijarê re cih hat veqetandin: "Rayedarên Tirk di agahdarkirina meha Sibata 2010'an de ji CPT re, pirsgirêkên der heqê derketina derve ya Ocalan de bi vî rengî rave kirin: Ocalan ji zêdebûna saetên derketina derveyî hucreyê nikare sûdê werbire. Ji ber ku cezayê tecrîdê lê hat birîn. Piştî ku cezayê tecrîdê qediya, bi biryara komîteyê re ewê jî karibe ji saetên derketina derve sûdê werbigire."


Di raporê de hat gotin ku di serdana dawî ya heyetê de hatiye tespîtkirin ku cezayên tecrîdê yên Ocalan di 19'ê Kanûna 2011'an de qediyaye û rojane du saetan dikare derkeve derve ji bo hewayê bistîne. CPT got, 'mafê Ocalan jî mîna girtiyên din heye ku bi awayekî wekhev ji mafê derketina derve sûdê werbigire.'


Di raporê de hat diyarkirin ku rayedarên Tirk ragihandine ku ji bo girtiyan derfetên ji bo lîstina lîstikên weke spora kolektîf û satranç (kişik) hatine afirandin. Di dewama raporê de hat destnîşan kirin ku tespît bûye li Îmraliyê bi awayekî wekhev nêzîkatî li her girtiyan nehatiye nîşandan û hat diyarkirin ku hin ji girtiyan heftane 3 saetan mafê sohbetê dikarin bikar bînin, heftane du saetan jî dikarin beşdarî aktîvîteyên sportîf ên derve bibin. Di raporê de hat gotin ku girtiyan red kirine ku beşdarî aktîvîteyên mîna tenîsa maseyê, çêkirina wêneyan, karê destan û kişikê bibin. Di raporê de hat diyarkirin ku girtiyan gotine, 'ji ber ku destûr nayê dayîn em hemû li cihekî werin cem hev, em vê red dikin.' 


Di raporê de hat ragihandin ku rewşên ku dewleta Tirk di nameyên ji bo CPT de aniye ziman ku hatiye bicih anîni, di pêkanînê de xwedî rewşeke cuda ne. CPT'ê diyar kir ku di nameyên hatine şandin de tê gotin ku hemû girtî dikarin beşdarî aktîvîteyên sporê bibin û got, "Lê belê di pratîkê de ev bicih nayê anîn."


Hefteyê 160 rojan di tecrîdê de ne


Di dewama raporê de hat diyarkirin ku zext li girtiyan tê kirin ku li derve bi tena serê xwe sporê bikin û hat destnîşankirin ku hewşa ji bo wergirtina hewayê, gelekî teng e.


Di raporê de hat ragihandin ku girtî di heft rojên hefteyê de 36 saetan dikarin li cihê derveyî hucreyan dema xwe derbas bikin û hat gotin, "lê ev dem ji bo Abdullah Ocalan 22 saet e. 160 saetên hefteyê jî hemû girtî di hucreyan de di tecrîdê de tên ragirtin."


CPT da xuyakirin ku ev rewşa beriya niha weke rewşeke nakok bi nav kiribû, êdî veguheriyeke pêkanîneke her demî.


Heyetê da zanîn ku anîna 5 girtiyan ji bo Girtîgeha Îmraliyê bandoreke erênî li rewşa Ocalan kiriye û diyar kir ku girtiyan ragihandine ku mafên wan ên li girtîgehên din ji holê hatine rakirin. Komîteyê piştî serdanê rapora rojane ya faaliyetên kolektîf ên sê mehan xwest.


Astengkirina hevdîtina bi parêzeran re rê li ber fikaran vedike


Di raporê de hat diyarkirin ku têkilîdanîna bi cîhana derve re, di warê pêşîgirtina li pêkanîna xerab de tedbîreke û hat destnîşankirin ku astengkirina hevdîtinên Ocalan bi parêzeran re rê li ber metirsiyê vekiriye.


CPT bibîr xist ku ji bilî Ocalan 5 girtiyên din ji Nîsana 2011'an û vir ve bi parêzerên xwe re hevdîtin nekirine û got, "Di serdana me de hin girtiyan di vê de israr kirin, yên din jî daxwaza hevdîtina bi parêzeran re anîn ziman." Di raporê de hat ragihandin ku hevdîtina malbatan pêşketineke erênî ye û hat gotin, "Em pê hesiyan ku hin girtiyan serdana malbatan qebûl nekirin. Hin girtiyan jî dan zanîn ku bi armanca şermezarkirina biryarên betalkirina ziyaretên malbatan ku di kêliya dawî de tên dayîn, wan biryareke wiha stendine."


Hat diyarkirin ku rayedarên girtîgehê jî dibêjin ku ev rewş ji ber pirsgirêkên ji lojîstîk û organîzeyê rû didin.


Gardiyan jî dikarin xwe bigihînin rapora tendurstiyê


CPT di raporê de da zanîn ku mercên tenduristiyê yên li Girtîgeha Îmraliyê li gorî serdanên beriya niha baştir bûne û diyar kir ku doktorek li girtîgehê weke berpirsyarê tibbî hatiye wezîfedarkirin. Hat ragihandin ku doktor serê sê hefteyan carekê tê giravê û xebatên doktoran kontrol dike.


CPT di raporê de anî ziman ku dosyayên tibbî yên hemû girtiyan bi rêk û pêk tên nivîsandin û destnîşan kir ku kontrolên tenduristiyê yên rojane yên Ocalan ji Gulana 2010'an û vir ve hatine rawestandin. CPT da zanîn ku di rewşeke lezgîn de girtî dikarin bi helîkopterê rakirin nexweşxaneyê.


Di raporê de hat diyarkirin ku pêkanîna sira pişeyî li girtîgehê der barê raporên girtiyan de bicih nayê anîn û hat gotin, "Dosyayên tibbî yên doktor radestî rayedarên girtîgehê dikin, gardiyan bi xwe jî dikarin bibînin."


Di dewama raporê de hat ragihandin ku di salên dawî de 12 caran cezayê hucreyê yê ji 20 rojan li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye birîn û hat gotin, "Ocalan di salên dawî de 240 rojan di binê tecrîdê de hat girtin. Rewşeke bi vî rengî nayê qebûlkirin. Pêwîste ceza bi awayekî navberdayînê bicih were anîn."


Di raporê de hat destnîşankirin ku ji bo li girtîgehê cezayê tecrîdê yê ewçend demdirêj neyê dayîn, divê tedbîrên pêwîst werin girtin.