Xwendekarên YODER’ê ji bo Halepçe meşiyan

17:28

JINHA


WAN- Bi boneya salvegera qirkirina Helepçe xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê meşek li darxistin û daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku bi van qirkirinan kurdan di dîrokê de tune bikin.


Bi boneya salvegera qirkirina Helepçe ya 16’ê Adarê xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê  meşek li darxistin û daxuyanî dan çapemeniyê. Di bin banga YODER’ê de bi hazaran xwedekar kombûn. Xwendekar ji cihê xwarinê yê navendê heta saziya Kredî Yurtlarê meşiyan. Xwendekaran di meşê de durişmên weke “Emê li hemberî faşîzmê mil bi mil bin”, “Ji YODER re serhildan ji Halepçe re selam”, “Şehîd namirin”, “Dewleta qatîl ji Kurdistanê biqewite”  bilind dikirin. Di maşê de xwendekaran panqartên bi nivîsa kurdî û tirki yên weke “Me qirkirinên komî ji bîr nekirine û emê ji bîr nekin” vekiribûn. Xwendekaran maskeyên wêneyên zarokên di qirkirina Halepçede jiyana xwe ji dest danê bi karanîbûn û di destê xwendekaran de jî dovîzên wêneyên qirkirinê heyî hebûn.


‘Halepçe operesyona sîlkirina kurdan ji dîrokêye’


Li ber saziya Kredi Yurtlarê ji bo welatiyên di qirkirina Halepçede jiyana xwe ji destdane deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê xwendekaran daxuyanî xwendin. Di daxuyaniyê de wiha  gotin: “Xwestin bi van qirkirina bi tevayî kurdan tune bikin. Cîhanê jî çavên xwe ji van qirkirinan re girtin. Sadam Huseyîn bi piştevaniya netewên yekbûyî ev qirkirin pêkanî. Sedam ji aliyê heman hêzan ve ji bo veşartina pîsiya xwe hat li sêdarêdan. Wê hişmendiyê xwetin bi li sêdarêdana Sedam xwe derxînin paqijiyê. Li Geziyê, Geverê, Roboskiyê û Rojava ev hişmendî qirêjiya xwe berdewam dike. Ji bo Halepçe bêdeng man û li Rojava jî rola 3 meymunan dilîzin.”


Piştî daxuyaniyê xwendekaran sîroda “Çerxa Şoreşê” xwendin û paşê jî bi bilindkirina duruşman belevbûn.


(zt)