Li Kurdistana Federal rêxistinbûna rojnamegerên jin li pêş dikeve
11:00
JINHA
HEWLÊR - Li Kurdistana Federal her ku diçê dezgehên çapemeniyê pêş dikeve û bi taybetî jî di dezgehan de hejmara jinan zêde ne. Jinên ku bi hilberînên xwe azadiya xwe ispat dikin bi riya rojnamegeriya jin jî rastiyê tînin ziman. Li Kurdistana Federal her ku diçê hejmara rojnamegerên jin zêde dibe. Niha 114 jin rojnamegeriyê dike. Sekretera Giştî ya Karê Ragihandin û Çapemeniya Kurdistana Federal Çîmen Kanikê, diyar kir ku divê bi nûçeyên xwe xwedî rûmeta xwe derdikevin.
Qada çapemeniya Kurdistana Federal her ku diçe pêş dikeve û herî zêde jî di qada çapemeniyê de jin cih digirin. Jinên Kurdistana Federal di qadên wekî huner û çandê de serkeftinên mezin bidest xistine û di xebatên xwe de jî bi israrin. Li zanîngehên Kurdistana Federal beşên rojnamegeriyê ji hêla jinan ve rastî eleqeyeke mezin tê. Sekretera Giştî ya Karê Ragihandin û Çapemeniya Kurdistana Federal Çiman Kanikê, destnîşan kir ku ji ber ku pirsgirêk û têkoşîna jina kurd baş nayê ragihandin hewcedariyeke bi vî rengî derket holê û dê bi rojnamegeriya jin hilberîna jinê ya di her qadê de bêtir derkeve holê.
Jin dixwazin bibin rojnameger
Çiman, destnîşan kir ku ji ber hişmendiya feodal a civakê jin nêzî qada çapemeniyê nedibûn, lê niha jî herî zêde jin dixwazin di qada çapemeniyê de bixebitin. Çiman, got ku lê çend hejmara tevlibûnê zêde be jî lê nêzîkatiya li hemberî rojnamegeriya jin neguheriye û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Li Kurdistanê hêj hişmendî neguheriye. Pir û kalên vî welatî hêj jî dibêjîn dê çawa jin rojnamegeriyê bikin. Lê kes guhdarê van gotinan nake. Jinên ciwan û kurd bi taybetî dixwazin bibin wênesazek. Her wiha jinên ciwan ên Kurdistana Federal dixwazin xwe di qada televîzyon û ajansan de jî pêş bixin.”
Rojnamegerên jin li Licnexanê dicivîn
Çiman, di axaftina xwe de bal kişand ser rêxistinbûna jinê û daxuyand ku bi navê Rojnamegerên Jîn ên Licne Xanim xwe bi rêxistin kirine. Çiman, da zanîn ku gelek rojnamegerên din jî dixwazin bibin endamê vê rêxistinê. Çiman, wiha pê de çû: “Divê rojnamegerên jin di qada rojnamegeriyê de li hemberî pirsgirêkan bi rêxistinî tevbigerin. Ev rêxistin tenê li Kurdistana Federal tê nasîn. Em dixwazin rojnamegerên jin ên herêmên din jî tevli me bibin. Mijara jinê mijarek hesase û divê ev hesasiyet di qada çapeminiyê de ji hêla rojnamegerên jin ve baş bê nîşandan.”
Rêxistinbûna jinê girîng e
Çiman, daxuyand ku dixwazin têkiliya van bi rojnamegerên jin ên cîhanê re hebe, tenê dem demî li ser hin pirsgirêkan dicivîn. Çiman, got ku ne tenê li ser pirsgirêkan divê bi sîstematîk civînan pêk bînin û bicivîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li herêmên din jinên kurd di qada siyaset û rojnamegerî hwd. li qadên din xwe li pêş dixin, em jî dixwazin ji tecrûbe û zanebûna van sûdê bigirin. Jinên kurd kêm zêde di hêr qadê de xwe pêş dixin. Divê rojnamegerên jin ên kurd jî li kîjan welatî dibin bila bibin divê têkiliya van bi hev re xurt bibin, kêmasiyên xwe ji holê rakin. Pêwîstê bi hev re tevbigerin.”
Rojnamegeriyeke azad hewce ye
Çiman di axaftina xwe de bal kişand ser azadiya jinên ku li Kurdistana Federal dijîn û wiha nêrînên xwe anî ziman: “ Jinên kurd di qada rojnamegeriyê de azad nîne û nikarin rojnamegeriyeke azad biafirînin. Sînorê azadiya rojnamegeriyê hatiye xêzkirin. Gelek rojnameger girêdayê hîn partiyên siyasî kar dikin. Lê jinên kurd vî tiştî naxwazin û ji ber vê sedemê jî hewcedariyeke rêxistinbûneke xweser dîtine. Em carek yekem hewl didin ku rêxistinbûneke xweser avabikin û em niha dicerîbînin. Hêvî dikin ku serbikevin. Heke jin ji bo azadiya xwe nekeve hewldanan, kesek ji bo azadiya jinê gav navêje. Jin niha çend di hêla siyasî de azad be jî lê di qada xebatê de azad nîne. Divê hemû jinên Kurdistana Federal li ser vê mijarê hûr bibe û rêya çareseriyê bibîne. Bi rojnamegeriya jinê dê xwedî nirx û rûmeza xwe derkevin.”
(zd/gk/la)

