Di qenalîzasyona Zerganê de jehrî diherike!

09:02

Gulistan Korban-Nurcan Yalçın / JINHA


MÊRDÎN – Li Qoserê qenalîzasyona ava qirêj ya ji ber Fabrîqeyên li herêma Organizeya pişesaziyê di harikin dibin sedemên mirinan. Li taxên Qoserê yên ku ev qenalîzasyona qirêj têre derbas dibin welatî ji ber bêhin û qirêjiya wê ya dibe dedemên naxweşiyan bi gazindin.


Li taxên weke Ataturk, Turgut Ozal, Tepebaşi, Koçhisar, Ersoylu û gelek derdor ji van qenalîzasyonên ji ber fabrîqeyên li herêmên pîşesaziyê diherikin giliyan dikin. Ji sala 2009’an hata niha ev qenalên Zergan yên ji herêma Organîze ya Pîşesaziya Mêrdînê diherikin dibe sedemên nexweşiyan. Ji ber bêhna wê ya xirab û din ava qirêjiya wê de kîmyesal heye ev jî naxweşiyan çêdikin û welatî ji vê rewşê bi gazinin. Ev qenalîzasyone girêdayî Wezîrê Derdor û Bajarvaniyê ye. Her wiha girêdayî Şaredariya Mêrdinêye. Lê Şaredariya Mêrdînê jî her car bi hinceta kêmkirina butçeyê qenalîzasyonê di halê wê de dihêlin.


‘Qenalîzasyon bi zarokan re nexweşiyan çêdike’


Welatiyê bi navê Ahmed Tari yê 69 salî diyar kir ku di dem sala havînê de ji ber kermêşan mirov nikare li ber qenalizasyonê re derbas bibin.  Ahmed da zanîn ku beriya niha bi salan Wezîrê Karê Avê soza çêkirina vê qenalîzasyonê dabûn, lê heta niha soza xwe ne anîne cih. Mehmed Akgun jî destnîşan kir ku wan weke tax giliyên xwe di derbarê mijarê de nivîsîne û ji saziyên peywendîdar re şandine, lê heta niha tu encamek ne girtine. Mehmed derbirî ku ji ber bêhna pîs tax giştî nikarin di malên xwe de bisekinin. Mehmed anî ziman ku taybetî jî zarokên li derdora qenal dilîzin havînan piranî nexweş dibin.


‘Ji bo paqişkirina qenal çî bikeve ser milê me emê bikin’


Welatiyê bi navê Nurî Ertaş jî bang li peywendîdaran kir ku bila baldarbin û di demeke nêz de qenalîzasyonê paqiş bikin. Girêdayî mijarê Şaredarê Qoserê Ferhan Turk jî diyar kir ku qenal ji herêma Organizeya Pişesaziyê diherike ji ber ne paqşikirinê wan li herêma pîşesaziyê doz vekirine lê diderbarê dozê de encamek nahatiye girtin û got: “Ji bo paqişkirina qenalîzasyonê çî ji destê me bê emê bikin.”


(zt)