Di Newroz’ê de dê bi milyonan gel biherikin qadan
10:44
Nurcan Yalçın – Derya Ceylan / JINHA
AMED – Newroz agirê berxwedana gelekêye. Ji bo Newrozê çend roj man. Ji niha de li gelek bajarên Tirkiye û herêmê pîrozbahiyên Newrozê despêkirin. Endama Komîteya Amadekar ya Newrozê Gulistan Balkaş diyar kir ku gel tev ji niha de kelecana nameya ku Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan ji bo Newrozê şandî dijîn û got: “Newroz dengê aştî azadî û berxwedanêye. Ji ber vê sedemê em bang li hemû gelan dikin ku di qadên Newrozê de bicivin û bi deng û rengên xwe ji bo azadiyê biqêrin.”
Newroza barxwedana Kawayê Hesinkar ya li hember zilma Dehak bi serketiye. Li Mezopotamya îro Newroz bûye sembola berxwedanê û cejna bûharê. Newroz bûye agirê berxwedana gelan. Li gelek navendên herêmê ji niha de gelê kurd dest bi geşkirina agirê Newrozê û pîrozbahiyên Newrozê kirine. Gel li ber agir dengê dehul û zurneyan heta direngiya şevê govendê digerinin. Ji bo gelê kurd Newroza 2014’an xwediyê wate û giringiyek cudaye. Di Newroza 2013’an de nameya ku Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan şandî bandorek pir mezin li pêvajoyê kir. Nameya di çarçoveya “Pêvajoya Çareseriya Demokratîk” de hatî şandin û hatî xwendin ji aliyê bi milyonan gelê kurd û gelek aliyên demokrat ve bi coş û kelecanek gelek mezin hat pêşwazîkirin. Di rojên derbasbûyî de jî hevdîtina Birêz Abdulah Ocalan ya li gel Parlementerên BDP’ê ji bo Newroza 2014’an nameyek şandiye. Nameya ku bi nirxandinên li ser pêvajoyê hatiye şandin de her kes bi kelecan li bendêye.
‘Gelê kurd di aştiyê de bi israrin’
Aktîvîsta tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH) ê û di heman demê de endama Komîteya Amadekar ya Newrozê Gulistan Balkaş da zanîn ku nameya Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan bi boneya Newroza 2014’an şandî dibe ku pêvajoyê bide guhertin û wiha domand: “Armanca me weke ku Newroza îsal bibe Newroza aşitiyê. Piştî hilbijartinan gavên berbiçav bên avêtin û demek ji ya dinê zutir muzakere despê bikin.” Gulîstan anî ziman ku di warê aştiyê de hemû berpirsyariyên ketiye ser mlê Birêz Abdulah Ocalan aniye cîh û wiha berdewam kir: “Lê em nikarin heman tiştî ji bo aliyê hikumetê bêjin. Weke hun hemû jî dizanin piştî despêkirina pêvajoyê di demeke kin de kirinên weke qirkirinên Parîs û Geverê bê goman nêzîkatiyên sabûtekirina pêvajoyê bûn. Ji bo pêşxistina pêvajoya çareseriyê û gerdunî kirina aşitiyê herdem Birêz Abdulah Ocalan bi sekin û vîna xwe cidiyeta pêvajoyê parast. Di nava salek pêvajoya çareseriyê de asta ku gelê kurd gihiştiyê îsrara wan ya ji bo aşitiyê tê dîtin.”
Newroz dengê aşitî azadî û berxwedanêye
Gulîstan destnîşan kir ku li gel polîtîkaya bişaftin û tunekirinê jî gelê kurd di pêvajoya aştî û çareseriyê de bi israrin. Gulistan derbirî ku dê gel bi vê îsrara xwe qadên Newrozê dagirin û ji bo pêşdebirina pêvajoyê zêdetir nêzî çareseriyê bibin û wiha got: “Ji bo carekedinê gelê kurd îsrara xwe ya di pêvajoya çareseriyê de û ji bo azadiya Serokê Gelê Kurd Abdulah Ocalan carekedinê biqêrin em li bendêne tevlîbûnek bihêz çêbibe. Cardin piştî Newrozê hefteyekê hilbijartinên herêmî hene. Ev hilbijartin dê bi awayê referandomê bibin. Beriya hilbijartinan gelê kurd divê hêza xwe nîşan bidin. Divê Newroz bibe wesîleya hevgirtina gelan û ji hemû gelan tevlîbûna Newrozê çêbibe. Em li bendêne ku girseyek bi hêz tevlî Newrozê bibin. Em baş dizanin ku dê bi milyonan biherikin qadên Newrozê. Newroz dengê aştî azadî û berxwedanêye. Bi vê wateyê em bang li herkesê dikin ku bi deng û rengên xwe dakevin qadên Newrozê û ji bo azadiya xwe dengên xwe bilind bikin.
(zt)

