Zilan: Di yek nefesê de bi hemû zimanan sitirîn rexnedaneke
11:45
JINHA
AMED – Hunermend Zîlan dê 15’ê Adarê li Mala Amedê bi navê “Yek Nefes 15 ziman” dê sitinranan bêje. Zîlan girêdadyî xebatên xwe axivî û got: “Li ser axa Mezopotamya kurd, ermanî, suryanî ereb, keldanî û gelek gelan bi hevre jiyan kiriye. Min jî weke rexnedan xwest bi gelek zimanan sitiranan bêjim.”
Hunermend Zîlan ya ku di nava projeya bi navê “8 Ziman, 8 Jin, 8 Sitiran” a Mala Jinan ya Kardelen ya Amedê de cih digire. Zîlan da zanîn ku ji bo xebata wan berdewam bike ewê biryarda bi tena serê xwe projeyê birêve dibe. Zîlan destnîşan kir ku dema di nava xebatên xwe yên muzikê yên sala 2012’an bi 15 zimanan sitiran gotiye û ev yek ferq kiriye navê xebata xwe kiriye “Yek Nefes 15 Zimnan.” Zîlan di sitiranên xwede Mezopotamya, Balkan û Rojhilatanavîn gihandiye hev. Zîlan bi xebatan xwe ya “Yek Nefes 15 Ziman dê 15’ê Adarê roja Şemiyê saet di 18.00’an de di Mala Amedê de bi muzîk hezan re bê bahev.
‘Zimanek bê ji bîrkirin gelek tê ji bîrkirin’
Hunermend Zîlan ya ku dê di 15’ê Adarê de li Mala Amedê derkeve dikê diyarkir ku Mezopotamya û taybetî jî Amed ji gelek şaristaniyan re malevanî kiriye. Zîlan da zanîn ku divê destur neyê dayîn ev çand û ziman bên tunekirin û ji bo jiyankirina wan hewildan hebin. Zîlan bilêvkir ku ji bo xwedîderketina çandê ew dinava hewildanadene û wiha got: “Di pêşiya van tevan de zimanê me yê dayîkê kurdî heye. Paşê jî min xwest ji bo jiyankirina zimanên ermenî suryanî û wekedinê zimanan min dest bi vê xebatê kir.” Zîlan balkişand li ser xebatên xwe yên du salan li ser vê mijarê û wiha got: “Zimanek çiqas bikare bijî ewqas gelên ku bi wî zimanî jî dipeyîvin dikarin xwe bidin jiyan kirin. Peywira hunermendan jî ewe ku di aliyê ziman û çandan de bibin pirek dinavbera paşeroj û pêşerojê de.”
Di sitiranan de zimanên Rojhilat û Balkan bi hev renin…
Zîlan anî ziman ku zimanên gelên li ser vê erdnîgariyê dijîn bi polîtîkayên bişaftinê berbi tunebûnê ve diçin û wiha got: “Li ser axa Mezopotamya kurd, ermanî, suryanî ereb, keldanî û gelek gelan bi hevre jiyan kiriye. Min jî weke rexnedan xwest bi gelek zimanan sitiranan bêjim.” Zîlan bilêvkir ku di xebatên xwe yên muzîkê de bi zimanên Rojhilat û Balkanan sitiran goyiye û got: “Hemû sitiranên mirov bi zimanê dayîka xwe dibêje pir xweş dibe. Ji ber wê demê ew sitiran bandorê li giyanê mirov dike û mirov zêdetir xwe bi xwebûyînê qazanc dike. Heger zimanê te nabe tu jî nînê. Divê hemû hunermend bi vê hişmendiyê tevbigerin.” Di dawiyê de Zîlan da zanîn ku divê hemû hunermend girêdankê dinavbera paşeroj û pêşerojê de çêkin û hewilbidin ku hemû zimanan bidin jiyankirin.
(zt)

