Ji jinên zanîngehê kovara serhildanê: Êşa Zik

12:52

JINHA


İZMİR – Kolektîfa Jinên Zanîngehê Kovara bi navê ‘Êşa zik’ derxistin. Jinan di kovara xwe de bi mijarên weke “Emê binivîsin, di êşa zigê me de çî derbas dibe emê derxîn holê.” Dê hejmara yekem di Adarê de derkeve. Kovar ji pênusa jinên di nava tekoşînên feministan de dê bibe bêhindaneke nû.


Kolektîfa Jinên Zanîngihê bi şaîra “Jin li zanîngeh, mala, welat û li herderê wekheviyê dexwazin” ketine rê. Di sala 2007’an de tekoşîna xwendekaran ya li zanîngehan bilind bûyî niha jî bi derxistina Kovara ‘Êşa zik’ tê nivîsandin. Hejmara yekê dê di meha Adarê de bê derxistin. Di kovarê de gelek jinên ji rêxistinên feminist nivîsandine. Ji aktîvîsta Kolektîfa Jinên Zanîngehan Seda Aktaş diyar kir ku li hemberî mêtîngeriya hişmendiya mêran ya li ser beden, ked û nasnameya jinan kirina tekoşînê wan di vê mijarê de nabza zanîngehan girtiye.


‘Derdê me mezin û rêya me pir dure’


Seda da zanîn ku ew ji bo azadiya jinan û li hemberî fikirên paşveru yên li zanîngihê tekoşînê dikin. Seda destnîşan kir ku li  hemberî pergala deshilatiya mêran her jin di vê mijarê de bihêrsin û di hinek mijaran de zigê wan êşaye, ji ber van sedeman wan navê kovara xwe kiriye “Êşa Zik”. Seda got: “Em carekê derketin Geziyê û êdî em careke dinê venageirin mala xwe.” Seda anî ziman ku jin li tekoşîna xwe li kolanan biser xistine û wiha got: “Derdê me pir û rêya me pir dure. Ji bo em ji yên ku dijminên jian diparêzin hesab bixwazin emê binivîsînin.”


‘Emê ji bo jiyan kirinê li kolananbin’


Seda balkişand li ser qirkirinên jinan û di temenê biçuk de zewicandina zarokan û wiha domand: “Ji bo Qeder ya ku di 12 saliya xwe de hart zewicandin, di 13 saliya xwe de bû dayîk û di 14 saliya xwe de hat qetilkirin. Ji bo Ayşe Paşali, ji bo Pippa ya ku ji bo aşitiyê kete rê di rê de hate tecawîz kirin û qetilkirin. Ji bo Ozge, ya ku ji aliyê dewletê ve hate qetilkirin. Ji bo yên ku ji aliyê koluk yan ve canê wan dihat xwendin. Ji bo hemû jinên ku lêdan xwarine û kêm hatine dîtin, ji bo hemû jinan me dest daye pênusê û emê bi pênusa xwe bêjin em hene.” Seda diyar kir ku ev despêkeke dê bi pênusa xwe tekoşîna xwe bilind bikin. Di dawiyê de Seda bang li hemû jianan kir ku got: “Tu jî weke me zigê te dêşe? Di rastiyê de em çiqas dişibin hev, hem jî em ne bitenêne. Bi înad emê bijîn, li kolanan bin.”


(zt)