Hat hînbûn ku li Wanê jinek ciwan întihar kir

13:12

JINHA


WAN – Duh bi şev li Wanê jinek 22 salî di qada bodroma mala xwe de hilawistî hat dîtin. Malbata wê îdiakrin ku “Ji ber sitiresa ezmunan wihakiriye.” Keça ciwan serlêdana ezmunanên di rojên pêşiya me de kiribû.


Hat zanîn ku li taxa Yali İskele ya Wanê di saetên derengiya şevê de jina ciwan ya di temenê 22 salî di qata bodroma mala xwe de hilawistî hat dîtin. Girêdayî bûyerê malabata wê û taxa wan bi hincetên “ Ji ber sitresa ezmunan wiha kiriye.” Hat zanîn ku jinan ciwan ji bo ezmunên YGS yên 23’ê yê Adarê serlêdan kiriye. Li aliyekê jî pirsên wiha di serê mirovan de çê dike çima hîna tevlî ezmunan nebûyî xwe întiharbike? Ji bo lêkolîna bûyerê polîsan dest bi lêkolînê kirin. Saziyên jinan jî bi heman armancê hewildan li gel malbatê hevdîtin bikin.


(zt)