‘Jin be zarok be ya pêwîst dêbê kirin!’
14:51
JINHA
EDENE – Berkin Elvan di dema berxwedana Geziyê de dema ku ji bo nan girtinê ji mal derket bombeyek ya gazê ya polîsan henda serê wî hatî û birîndar bû. Ji wê demê heta niha di nexweşxanê de li ber xwe dida û van rojan çavên xwe li jiyanê girt. Namzeta Hevşaredara HDP’ê ya Edeneyê Leyla Uyarli û Namzeta Hevşaredara HDP’ê ya Yuregir ya Edeneyê Beyhan Gunyeli diyar kirin ku qetilkirina Elvan ne ya yekêye û di sala 2006’an de li Amedê ji bo tepisandina pêşandanê Serokwezîr got “Jinbe, zarokbe ya giring emê bikin” heta niha jî van gotinên xwe diparêze.
Berkin Elvan di dema berxwedana Geziyê de ji bo girtina nan ji mal derket û bombeyek gazê ya polîsan hinda serê wî hat û giran birîndar bû. Ji wê demê heta niha bi wê bedena xwe ya biçuk di nexweşxaneyê de li ber xwe didan van rojan çavên xwe li jiyanê girit. Ji ber bûyera Berkin li tevahiya cîhanê çalakiyên protestoyî hene. Li gelek bajarên Tirkiyê jî gel daketine kolanan û çalakiyên protestoyî berdewamin. Namzeta Hevşaredara HDP’ê ya Edeneyê Leyla Uyarli da zanîn ku di sala 2006’an de li Amedê ji bo tepisandina pêşandanê Serokwezîr got “Jinbe, zarokbe ya giring emê bikin” heta niha jî van gotinên xwe diparêze û got: “Li Tirkiyê şideta polîsan di rojeva hemû cîhanêdeye. Berxwedana Geziyê canê 8 hevalên me girt. Qatîlên wan jî derneketin pêşberî dadgihê.”
‘Mirina Berkin Elvan ruyê deshilatiyê yê qirêje’
Leyla anî ziman ku mirina Berkin Elvan ji ber polîtîkaya deshilatiyê pêkhatiye û wiha got: “Li Tirkiyê polîtîkayek ji aliyê deshilatiyê ve li ser gel tê ferzkirin heye. Dema ku li hemberî vê deshilatiyê gel dengê xwe bilind dikin deshilatî aciz dibin. Hemû daketinên gel yên kolanan li hemberî kevneperestiyên dewletê çêdibin û dewlet jî li hemberî bertekên gel xwe diparêzin û bi ser gel detên. Yên ku temsiliya deshilatiyê dikin di vê pêvajoyê de li ezmunekê re derbasbûn. Di van ezmunan de baweriya gel ya li hemberî xwe wendakirin. Ji ber van sedeman me weke HDP rêyek gelek ras vekir. Em hêvîdarin ku emê li Tirikye û Kurdistanê bibin dengê beşên civakê yên hatine perçiqandin.”
‘Herdem dewlet dixwaze qirkirinan bidin wendakiri’
Namzeta Hevşaredara HDP’ê ya Yuregir ya Edeneyê Beyhan Gunyeli jî got: “Berkin Elvan jî weke zarokên dinê bû mexdurê şideta dewletê û wiha jiyana xwe ji dest da. Berkîn Elvan weke zarokên me yên mîna Ceylan Onkol, Ugur Kaymaz, Enes Ata, Ali İsmail Korkmaz bû maxdurê şideta polîsan û wiha jiyana xwe ji dest da. Hişmendiya dewletê ya her dem dixwaze kirinên xwe yên qirêj û qatîlane veşêre û bide ji bîrkirin. Divê gotina cam bişkên lê bila can naşikên li ber çavan bêgirtin. Durişma ‘Dewleta qatîl dê hesab bide’ bê guman li welatê me bûye duruşmeyek bêhêvî. Ev dewlet bi vî awayî asab nade.”
(zt)

