Li Amed’ê kelecana Newroz û hilbijartinan bi hev re tê jiayan kirin
16:31
JINHA
AMED – BDP bi şîara “Bi Rêveberiya Xweser ber bi Nasnameya Azad ve” dest bi xebatên xwe yên hilbijartinan kiriye. BDP li aliyekê xebatên xwe yên hilbijartinan berdewam dike û li aliyê dinê jî amadekariyên Newrozê dikin. Agirê Newrozê yê herî mezin dê di 21’ê Adarê de li Amedê bê vêxistin. Beriya Newroza Amedê niha weke gelek navend û navçeyên herêmê li navçeyên Amedê jî agirê Newrozê tê vêxistin û berxwedana Kawa ji nû ve tê zindî kirin.
Li Amed û tevahiya herêmê germahiya meha Adarê tê jiyan kirin. Li aliyekê xebatên hilbijartinan dikin û li aliyê dinê jî germahiya agirê 21’ê Adarê yê Newroza 2014’an ya ku ji çanda Mezopotamya ya kevnare tê dijîn. Li navend û navçeyên Amedê xebatên hilbijartinê û pîrozbahiyên Newrozê bi kelecaneke mezin berdewam dike. BDP ya ku bi şîara “Bi Rêveberiya Xweser ber bi Nasnameya Azad ve” xebatên xweyên hilbijartinên 30’ê Adarê berdewam dike çî gundê ku diçinê agirê Newrozê jî vêdixin.
Bismil
Namzetên Hevşaredarên BDP’ê yên Navçeya Bismîlê ya Amedê Cemîle Eminoglu û Resul Sari heta niha di çarçoveya xebatên hilbijartinê de 15 gund ziyaret kirin û li hemû gundan jî bi coş hatine pêşewazîkirin. Namzetên Bismîlê gundên weke Tirbespiyê, Dewrêşiyê, Perîşanê, Derikê, Çetelê, Girhebeş, Başko, Alîşemê, Kopuzlu, Koso, Xinvika, Selmikê, Boyaci, Sergerwra ziyaret kirin. Di ziyaretkirina van gundan de gundî bi rengên kesk, sor û zer daketine meydanên gund û bi kelecan heyeta BDP’ê ya hilbijartinaan pêşewazî kirine. Di ziyareta her gundekê de gundiyan posterên Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan û Mazlum Dogan vekirine. Heyeta BDP’ê despêkê gundê Tirbespiyê ziyaret kirin û paşê jî derbazî gundê Dewreşiyê bûn li wê Namzetê Hevşaredarê BDP’ê yê Bismîlê Resul Sari axivî. Resul diyar kir ku hilbijartinên îsal ji bo gelê kurd referandomeke. Resul da zanîn ku meha Adarê ji bo gelê kurd meha berxwedanêye.
Cemîle Eminoglu jî anî ziman ku gelê kurd bi tekoşîna xwe ya azadiyê niha pir nêzî xeyalên xwe bûne û wiha got: “Di biratiyê de wekehavi heye. Yên ku me tune dihesibînin biratî bi wan re nayê kirin. Heger em biratiyê diparêzin divê em wekeheviya gelen biparêzin. Heta ku gelê kurd jî weke gelê tirk nebe xwediyê heman mafan qala wekhaviyê nayê kirin.” Di ziyaretkirina li gundê Dirikê de jî kiyayê gund Abdyrahman Yagmur axivî û qala giringiya hilbijartinên 30’ê Adarê kir.
Erxenî
Bi boneya pîrozbahiyên Newrozê li taxa Adnan Menderes çalakiyek hat li darxistin. Serokê rêxistina BDP’ê ya Erxeniyê Cavidan Yaman, Namzetê Hevşaredarê Erxeniyê Ramazan Kartalmiş, rêveberên rêxistina BDP’ê ya navçeyê û gelek welatî tevlî pîrozbahiyê bûn. Li qada pîrozbahiyê posterê Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan hatibûn vekirin. Qada pîrozbahiyê bi flamayên BDP’ê hatibû xemilandin. Bi vêxistina agirê Newrozê re girseyê durşmên weke “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” diqêriyan. Di pîrozbahiyê de Serokê Navçeyê Cevidan Yaman Newroza welatiyan pîroz kir û diyar kir ku sala 2014 ji bo gelê kurd sala serkeftinêye.
Namzetê Hevşaredarê BDP’ê yê Erxeniyê Ramazan Kartalmiş jî balkişand li ser berhemên tekoşîna 40 salan hatî dayî û wiha got: “30’ê Adarê tenê ne hilbijartinek ji bo havşaredar û endamên meclisê ye. Dê 30’ê Adarê bi ber roja ku em bi hevre bêjin ‘vaye em hen û em azadiya xwe dixwazin.’ Ev hilbijartin merheleyeke di encama hevdîtin û muzakereyên ku Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan bi dewletê re dimeşîneye. Emê bi Amedê re bikevin pêşbaziyê û rêjeya dengên xwe zêde bikin.”
Pîrozbahî piştî axaftinan li ber agir û dengê dehul û zurneyan govend gerandin û pîşegên hewayî avêtin heta saetên dereng pîrozbahiyê berdewam kir.
Pirsus
Ji aliyê rêxistina BDP’ê ya Pirsusê ve vekirina buroyên hilbijartinan yên li 3’emîn Sanayî û 500 Evler an vegeriyan pîrozbahiyên Newrozê. Di pîrozbahiyê de Serokê rêxistina BDP’ê yê navçeyê Davud Kesen, Namzetên Hevşaredarên BDP’ê yên navçeyê Fatma Arşimet û M. Alî aydin, Dayîkên Aştiyê û gelek welatî amade bûn. Pîrozbahiyên ji bo vekirina buroya hilbijartinan ya 3’emîn Sanayi yê karkerên li wê di xebitin jî beşdar bûn û li ber dengê muzîkê govend hat gerandin. Di vekirina buroyê de Fatma Arşimet axivî û got: “Em êşa ciwanê biçuk yê ku ji aliyê polîsan ve hatî qetilkirin dijîn. Li Rojava jî bi destê çeteyên ku alîkariya xwe ji Tirkiyê digirin 9 hevalên me hatin qetilkirin. Kurd bi salan eli gel êş û bedelên giran tekoşîna xwe berdewam dikin. Li gel hertişîtî jî em nêzî azadiyêne.”
Vekirina buroya hilbijartinan ya duyem ya li 500 Evler an jî M. Alî Aydin axivî û got: “Ev 40 sale em li ser vê axê êşan dikişînin. Li gel van êşan me tekoşînek bi romet berdewam kiriye. Ez gelê me yên ku bi zorê ji cihên xwe koç kirine û hatine li 500 Evleran bi cîhbûne berxedana wa ya biromet selam dikim.” M. Alî Newroza welatiyên tevlî pîrozbahiyê bûne pîroz kir. Paşê jî agir hat vêxistin û li ber agir govend hat gerandin.
(zt)

