‘Em bibn yek û li her derê xwe bi rêxistin bikin’
10:44
Mizgin Tabu - Sarya Gozuoglu / JINHA
AMED – Endama Partiya Pêşeroja Kurdistanê Sozan Ahmed Silêman xebatên jinên Herêma Federala Kurdistanê û jinên herêmê nirxand. Sozan diyar kir ku di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de havdîtina wan ya bi jinên herêmê re havdîtinek dîrokî bûye û got: “Ji bo pêşdebirina tekoşîna jinan divê em tenê bi partiyên xwe re sinur nemînin.” Sozan bang li jinan kir û got: “Em bibin yek û li her derê rêxistina xwe çêkin.”
Komek Jinên ji Herêma Federala Kurdistanê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê hatin li Amedê bi jinên herêmê re hatin bahev û pisgirêkên jinên Herêma Federala Kurdistanê û jinên herêmê nirxandin. Mamostaya Akademiya Havgirtina İslama Kurdistanê Bêxal Ebûbekîr Hisên jî tekoşîn û pirsgirêkên jinan yên li bajarê Silêmaniyê nirxand. Bêxal anî ziman ku wan di sala 1994’an de partiyek Îslama siyasî a bi navê Xûşkên Kurdistan li Herêma Federala Kurdistanê avakirine û wîha got: “Armanca me ewe ku em çar aliyê Kurdistanê havgirtina xwe çêkin û ji bo azadiyê hewlidin.” Bêxal bilêv kir ku ew hêvîdarin sala 2015’an bibe sala dawi ya parçebûna Kurdistanê û wiha domand: “Partiya me ji bo kurd mafê xwe bi desxwe ve bîne dixebite. Her wiha ji bo di aliyê siyasî, aborî û civakî de kurd barew pêş biçin kardike.”
‘Kurdistan parçekirin lê di dilê me de parçe nebûye’
Bêxal got: “Me lî Amedê xwe biyanî hîs nekir. Dijminên kurdan Kurdistan li çar parçan belav kirine lê nekarîn di dil de kurdan ji hev cuda bikin.” Bêxal balkişand li ser xebatên partiya xwe ya Xuşkî Kurdistan û anî ziman ku partiya wan xwediyê rêxistinbûyînek taybete. Bêxal da zanîn ku partiya wan di aliyê pirsgirêkên jinan û di her aliyi de çareseriya wan armanc dike.
‘Me zewaca di temenê biçuk de derxiest holê û bi perwerdê ew derbas kir’
Bêxal destnîşan kir ku ew di xebatên xwe de hem ji bo jin li mafên xwe xwedî derkevin û hem jî ji bo rakirina şideta îslamê ya li ser jinan xebitîne. Bêxal derbirî ku di van demên dawî de li Herêma Federala Kurdistanê zewicandina zarokan ya di temenê biçuk de pir pêşketibû, lê wan bi dayîna perwerdê hinek pêşiya vê girtin. Bêxal diyar kir ku wan pirsgirêkên xwe yên jinan birine meclisê. Bêxal da zanîn ku hemû jînên di Partiya Xuşkên Kurdistan de bi dilxwazî dixebitin.
‘Em bibin yek û li her derê rêxistina xwe çêkin’
Endama Partiya Pêşeroja Kurdistanê Sozan Ehmed Silêman girêdayî xebatên partiya xwe axivî. Sozan bilêv kir ku partiya wan partiyek ya azadî û demokrasiyê ye û wiya domand: “Em her demê li hember şideta li ser jinan û qirkirinan dixebitin. Partiya me ji bo azadiya Kurdistanê û mafê jinan di parêze. Her wiha di van herêman de hevalên me yên jîn jî di xebitin.” Sozan destnîşan kir ku wan weke partî xwe li her derê bi rêxistin kirine. Sozan derbirî ku ew dixwazin li her derê xwe bigihînin jinan. Sozan anî ziman ku ew weke jinên Herêma Federala Kurdistanê di 8’ê Adarê de bi jinên herêmê re hatin ba hev û bi vê yekê pir şanaz bûne û got: “Partiya me dixwaze di her aliyê jiyanê de cîh bide jinan. Lê me ji bo tekoşîna jinan tenê bi partiya xwe re sinur namînin.” Weke dinê Sozan bang li hemû jinan kir û got: “Em bibin yek û li her derê xwe bi rêxistin bikin.”
‘Jinên bakur di nava amadekariyên şoreşê denin’
Sozan diyar kir ku jin bi navê namusê tên kuştin û bi zorê tên cewicandin. Sozan da zanîn ku ew van kirinên li ser jinan na pejirînin û divê her jin xwedî vîn be. Sozan bilêv kir ku jinên herêmê di nava şoreşekê denin û got: “Cudahiya dinavbera jin û mêran de bi hezarî salane haye. Niha li bakur xebatên ji bo rakirina vê nawekhaviy hatine despê kirin. Ev jî hem bi saya gerila hem jî bi saya xebatên din ava bajaran de tên kirin pêşketiye.” Di dawiyê de Sozan da zanîn ku dê bi ked û xebata jinên kurd jinên Rojhilant jî azad bibin.
(zt)

