'Ji lîstîkê vediqetinin û dizewicinin’

08:29

 


Zehra DOGAN / JINHA


AMED – Psîkiyatrîst Dr. Hîra Selma Kalkan, diyar kir ku civakên ku bêtir di bin bandora feraseta feodalîteyê de dimînin zarokên xwe di biçûkatiyê de dizewicinin û ev jî dibe sedema xirabbûna derûniya zarokan. Hîra, got ku piştî ku zarok mezin dibin heman nêzîkatiyê li hemberî zarokên xwe nîşan didin.


Zarok, neçar dimînin ku bi feraseta cinsiyeta civakê mezin bibin, ji ber vê jî şîdet, zext û zordariya li hemberî xwe asayî dibînin. Di nav malbatê de li gorî kur, keçik betir bi şîdeta fîzîkî û psîkolojîk re rû bir û dimînin. Zarokên keç di nav civakê de jî bi feraseta namûsê û nêrîna zayendî mezin dibe. Psîkiyatrîst Dr. Hîra Hira Selma Kalkan, bal kişand ser vê mijarê û da zanîn ku heke zewac di temenekî biçûk de pêk bê dê di jiyana wê/wî de tehrîbatên mezin pêk be.


‘Zarok xwe qels dibîne’


Dr. Hîra, daxuyand ku îstîsmariya beden a zarokan bi du cureyan pêk tê û Hîra wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rêbaza yekem îstîsmariya bi hestiyariye; malbat her tim heqaretê li zarokên xwe dike, biçûk dixe, sînorê datîne li hemberê wê. Zarok vê demê xwe qels hîs dike. Rêbaza duyem jî îstîsmariya fîzîkiye; bikaranîn şîdetê, eleqenebûna wê ye. Dibe ku her tim zarok bi travmayên dijwar re rû bi  rû bimîne. Divê malbat di vê mijarê de baldar be. Heke dayik û bav di nav xeletiyan de bin dê zarok jî di  nava xelatiyan de be.” Hîra, da zanîn ku divê li gorî zayendiyê nêzî zarokan nebin ev nêzîkatî feraseta cinsiyeta civakê li pêş dixe.  Dr. Hîra di axaftina xwe de bal kişand ser taybetiyên malbatê û daxuyand ku betaliya dayik û bav, pirsgirêka aborî, zêdebûna hejmara nifûsa malê ji bo zarokan her tim bi pirsgirêke.


‘Zaroka ku  li kolanê dilîze, ji kolanê veqetinî û dizewicinin’


Psîkiyatrîst Hîra, da zanîn ku ji ber qelsiya hiqûqê zarok nayên parastin û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Ji ber ku zarokên ku rastî şîdetê tên bi tu awayî nayê parastin û bi taybetî jî bi riya qanûnan mafên van nayê parastin şîdeta li hemberî zarokan bêtir zêde dibe. Di  nav serdestiya mêr de her tim zarokên keç dibin mexdûr. Her wiha pirsgirêka herî mezin jî zewicandina zarokên keç a di temenê biçûk de ye. Zarokên ku tên zewicandin, her tim di nava pirsgirêkan de mezin dibin. Ji ber ku hêj zaroke dibe xwedî zarok, barê malê dikeve ser milê wê. Heke tu zaroka ku  li kolanê dilîze, ji kolanê veqetinî û bizewicinî, ne mumkune ku ev zarok jiyaneke normal bijî. Zarok bi travmayeke mezin jiyana xwe didomîne.”


‘Kesên ku şîdetê re rû bi  rû dimîne şîdetê meşrû dibîne’


Hîra Selma Kalkan, di axaftina xwe de bal kişand li ser pirsgirêkên ku piştî zewacê dest pê dike û wiha got: “Dema di zarokatiyê de zarok bibin dayik dikevin nava xetereyên mezin jî. Ji ber ku jiyana ku ketî nav de fêm nake. Êdî serî li şîdetê dide û bi taybetî li hemberî zarokên xwe şîdet bikartîne. Xwazî, xwezur, hevser li hemberî zaroka ku hatî zewicandî şîdetê bikartîne û zaroka ku bi zorê hatî zewicandî jî li hemberî zarokên xwe şîdetê bikartîne. Zîhniyeteke paşverû jî din ava civakê de pêş ketiye. Jin nikare deng bike ji ber ku dibêjê ‘em jî wisa mezin bûne û me jî wisa dîtiye’ Ji ber vê jî rastiyê nabîne. Şîdet jî nifş bi nifş dimeşe. Hîra di dawiya axaftina xwe de bal kişan ser qanûnan û destnîşan kir ku li dijî îstîsmariya zarokan divê qanûn bên afirandin û mafê zarokan bê parastin.


Kamera – Wêne: Zehra Dogan


(zd/gk/la)