Lorîka bebikê: Ên ku hatin kuştin birayên te ne, mirov in, kurd in, wan ji bîr neke bebik!
19:11
Zehra DOGAN - JINHA
AMED- Di ser bombebarandina ku ji hêla balafirên TSK’ê ve di 29’ê kanûna 2011’an de li gundê Roboskîya navçeya Qilabana Şirnexê li ser gundiyên sînor derbas dikirin çêbû de, meh derbas bûn. Di vê mijarê de gelek kes axivîn. Baş e, jinên ku li bajarên cuda ne û bûyerê ji nûçeyan bihîstine… Wan çi hîs kir? Niha dora axaftinê, yê wan e. Dayîka Semra, dema bebikê xwe yê 3 mehî Aram Tîgran ku di dergûşê de radikeve dihejîne, lorîka ku di derbarê qirkirinê de nivîsandiye vedibêje. “Li Qilabanê berx dimirin. Xebera Dayîkan jê tune. Vana bizane bebik. Ên ku hatine kuştin birayên te ne, mirov in, kurd in. Vana ji bîr neke bebik!”
Li gundê Roboskiya girêdayî navçeya Qilabana Şirnexê, şeva 29’ê kanûna 2011’an, balafirên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK), gundiyên ku debara xwe bi qaçaxçîtiyê dikin, di derbaskirina sînor de bombebaran kirin. 34 kes mirin, 19 ji wan, di bin 18 salî de bûn. Ev komkujiya ku li herêmê pêk hat, em bi saya nivîsandinên ku di cîhana rawêjî (sanal) de hatin kirin hîn bûn, di medyaya tirk de ancax rojek piştre karibû cih bibîne. Demek dirêj piştî bûyerê, rayedarên dewletê, ji bo sersaxiyê çûn herêmê. Hevsera Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan Emîne Erdogan jî yek ji vana bû. Got: “Dereng be jî ger em bikaribin hinek bipêçin, em ê kêfxweş bin.” Digel ku di ser bûyerê re meh derbas bûn, birîn wekî roja pêşîn teze ye. Di vê mijarê de gelek kes axivîn. Baş e, jinên ku li bajarên cuda ne û bûyerê ji nûçeyan bihîstine… Wan çi hîs kir? Niha dora axaftinê, yê wan e. Semra ya ku diya 5 zarokan e û 48 salî ye, dema bebikê xwe yê ku hê 3 mehî ye û navê Aram Tîgran lê kiriye di dergûşê de dihejîne û di heman demê de bi me re diaxive, di dema axaftina xwe de gelek caran nikare hêstirên xwe ragire.
'Dema agir bi cegerê ket, karê wê dayîkê pir zor e!'
Tiştê ku dayîka Semra ya 48 salî û 5 zarokên wê hene cara pêşîn ji rojnameyê bihîst hîs kiriye, êşa ewladan bûye. Dayîka Semra dibêje “Ez jî dayîkek im, cegereke min jî heye. Dema cara pêşîn min bûyerê bihîst, cegera min şewitî. Van zarokan ji bo debara xwe bikin vî karî dikirin. Ji kêfa xwe neçûbûn sînorê welat. Ev bûyereke cidî ye. Li vir mijara axaftinê, tengasiya debarê ye.” Dayîka Semra dema li nûçeyên derbarê komkujiyê de guhdarî kiriye, tesîreke mezin lê bûye. Dayîka Semra tîne ziman ku wek dayîkeke ku empatî ji wan sehneyên mirov qehr dibe re dike û bandora xwe ya ji televîzyonê ku rewşa xemgîn ya dayîka zarokekî ku jiyana xwe ji dest daye temaşe kiribû, vedibêje. Dayîka Semra ku dibêje dayîkeke di vê rewşê de, dê cîhana wê bi serê wê de xera bibe û vê derûniyê bi gotinên “Cîhana wê bi serê wê de xera bûbû. Ew dîmen hê jî ji bîra min naçin. Dema min li wê guhdar dikir, mîna ku aqilê min disekinî” tîne ziman. Dayîka Semra destnîşan dike ku divê tu kes li hemberî vê bûyerê bê bertek nemîne, bêyî ku ferqa nîjadî hebe divê her dayîk heman êşê hîs bike. Dayîka Semra hestên xwe bi gotinên “Dema agir bikeve cegerê, karê wê dayikê zor e. Ev rewş bi gotinan tu car nayê îfadekirin” vedibêje. Dayîka Semra wek ku bixwaze cardin kirpandinê li gotina ‘reng, ziman, ol û nîjada êşê tuneye’ bike, dixwaze bang li çavên kor, guhên ker, zimanên bêdeng bike û dibêje “Bifikirin, ew zarok 14 û 15 salî bûn. Ji bo debara xwe çûbûn sînorê welat. Ger ji bo debarê nebana, ji bo tişteke ku hatina wê ya madî gelek kêm e, tu caran xwe nediavêtin wê xetereyê.”
'Hewl didin ku bi çend quriş pereyan ser vî karî bigirin’
Dayîka Semra pêşniyara dayîna pere ya ji aliyê hikûmetê ve hat kirin jî bi bîr dixe û dide zanîn ku divê ji pereyan wêdetir rewş hebe. Dayîka Semra berteka xwe bi van gotinan tîne ziman:
"Hewl didin ku bi çend quriş pereyan ser vî karî bigrin. Stendina xwînê ya bi pereyan, tişteke tirsnak e. Ji bo dahûrîna bûyerê, divê kiryar werin darizandin. Tirk-Kurd bê ku cudahî were çêkirin, tu kesek kuştinê heq nake. Berî her tiştî, mirov in em. Ez vê cudatiyê, bê wate dibînim. Bi taybetî zarok xwedîkirina dayîkên kurd gelek zor e. Em, wan di nav bêderfetiyê de xwedî dikin. Ji bo me zarok, hêvî û pêşeroj e. Em ên ku wan ji her tiştî diparêzin, yek were û wan qetil bike, em ê çawa qebûl bikin? Hêviya min ew e ku Emîne Erdogan bi dilê dayîktiyê çûbe wê derê. Tu dayîkeke naxwaze ku ji bo makyaj û xwenîşandanê çûbe wê derê. Lewre çûyîn û li wê derê bûyîn ne girîng e. A girîng ew e ku bi hestên paqij li wê derê be. Li wê gelek dayîkên ku trawma derbas dikin hene. Divê ji bo ew dayîk tadawiya derûnî bibînin, ji wan re bijîşkên ku bi mehan bi wan re mijûl bibin werin şandin. Heta ji derd neyê famkirin, çare nayê dîtin.”
Dayîka Semra piştî axaftina xwe, ji bebikê xwe yê 3 mehî Aram Tîgran ku di dergûşê de radikeve re, lorîka ku li ser Komkujiya Qilabanê nivîsiye vedibêje. “Li Qilabanê berx dimirin. Xebera Dayîkan jê tune. Vana bizane bebik, ên ku hatine jyandin ji bîr neke bebik. Ên ku hatine kuştin birayên te ne, mirov in, kurd in. Vana ji bîr neke bebik!”
‘Her tişt bi pere biqede, tu jî ewladê xwe bîne em pere bidin te û bûyerê ji bîr bike!’
Dayîka Aştiyê Seher Gurenç a 50 salî, dide xuyakirin ku piştî Komkujiya Qilabanê, wek dayîk dilê wê şewitiye. Dayîka Seher bi malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane re bi xwe hevdîtin pêk tîne û bi hînkirina bûyerê, êşa wan parve dike. Dayîka Seher, diyar dike ku wê bûyerê ji mexdûran guhdarî kiriye û dibêje “Du zarokan bi destên hev girtine û ji tirsan, xwe avêtine sitara hêstirê. Rewşa zarokan bi tu awayî ji bîra min naçe. Ew herdû zarok, ewqas di rewşeke xerab de bûn ku, perçeyên hêstir û bedena zarokan ketibûn nava hev. Xwîna hêstir û miriyan, ketibûn nava hev. Ez dipirsim, ev edaleteke çawa ye?” Dayîka Seher jî li hemberî pêşniyara pere hêrs bûye û vê hêrsa xwe bi gotinên “Heqareteke mezin e. Tu cîhanê jî bidî dayîka ku ewladê xwe winda kiriye, têr nake. Ji bo wê, ewladê wê ji her tiştî watedartir e û wê tiştê ku watedar e, ji dest daye. Ev ji bo dewletê şermeke mezin e. Ev bûyer bihata serê Tayyîp Erdoganî, dê çi bifikiriya gelo? Jiyana kesên ku li wê derê jiyana xwe ji dest dan, bi pereyan tê firotin û stendin? Ceger bi pereyan nayê girtin. Li wê derê, cegera dayîkeke dişewite” tîne ziman. Dayîka Seher hêvî dike ku bûyereke wiha neyê serê tu kesî û dide xuyakirin ku ew qebûl nekirina dayîkan a pere, watedar dibîne. Dayîka Seher destnîşan dike ku dayîkek dê nexwaze ku gotinên hikûmeta ku ewladê wê qetil kiriye, bibhîze û rûyê wê bibîne. Dayîka Seher bi gotina “Ez jê re nabêjim mirov, dibêjim qatil. Ev tiştê ku kiriye, tişteke li derveyê mirovahiyê ye. Tu kes vê yekê qebûl nake. Ez jî qebûl nakim. Ewlad ceger e, heye jê wêdetir? Di ser wê re tiştek din tuneye. Hikûmeta ku canê ewladê min bigirta, min dê jê re bigota Ger her tişt bi pereyan biqediya, tu jî ewladê xwe bîne. Em pere bidin te û bûyerê ji bîr bike!” hestên xwe tîne ziman.
‘Ev bedenên bê gan ku di nav betaniyan de bûn, zarokên cerdevanan bûn’
Dayîka Seher, piştî demeke kin di ser bûyerê re derbas bûye, bi dayîkan re hevdîtin çêkiriye. Dayîka Seher, wan hestan bi van gotinan vedibêje:
”Dayîka ku ewladê xwe di wê rewşê de dît, bû wek dînan. Di nava matmayîneke de, bi gotina ‘Ewladê min çima di vê rewşê de ye? Ewqas bedenên biçûk, çawa dibe ku mirinê heq bikin?’ feryad dikirin. Ev bedenên bê can ên di nav betaniyan de, zarokên cerdevanan bûn. Cerdevanên dewletê bûn. Li gor min, malbatên wê derê divê di germahiya wê bûyerê de dev ji çekên xwe berdana. Sozên ku hikûmetê didan, ji planeke pêk dihat. Ev leyîstikeke siyasetê ye. Ji xwe heta niha tu tişteke ku hikûmetê kiriye, tune. Emîne Erdogan, gelek şûnve malbat ziyaret kirin. Ger ku bi rastî dayîka dilşewat bûya, ji roja pêşîn dê dê biçûya ba malbatan. Hikûmetê kuştin û ji wan re got cenazeyên xwe rakin. Wekî gel me cenaze bi dil û can rakirin. Em ji bo alîkariyê bikin û êşa xwe parve bikin çûn wê derê. Ji bo Serokwezîr Erdogan çend gotinên min hene. Bila hêstirên dayîkan êdî bisekinin. Bila guh bidin me. Li çiyan ewladên me jiyana xwe ji dest didin. Bila ji me re çareseriyeke were dîtin. Ez Dayîkeke Aştiyê me. Aştiyê diparêzim. Bila êdî aştî were nav me. Em aştiyê hembêz bikin. Bila êdî xwîn nerijê!”
'Ez ê çawa bikaribim di xaniyê ku min bi mirina wan bidest xistine de rûnîm? '
Ayşe Var a 24 salî jî ji me re wek jineke ciwan a ku di zanîngehê de dixwîne, bandora komkujiya Qilabanê ya ku li ser wê hiştiye, tîne ziman. Ayşe balê dikşîne ser derdora temenê kesên jiyana xwe ji dest dane. Ayşe ya ku beşa Edaletê ya Zanîngeha Dîcleyê diixwîne, dide xuyakirin ku temenê piraniya kesên li Qilabanê jiyana xwe ji dest dane, ji emrê wê biçûktir e. Ayşe bi bîr dixe ku ciwanên hatine qetilkirin, ji bo bikaribin jiyana xwe bidomînin qaçaxçîtiyê dikirin û bi van gotinan li hemberî vê bûyerê xwe neqayîl dike: “Ew, ne wekî me bi sihûd bûn. Ji bo nanê xwe bi dest bixin û dibistanê bixwînin qaçaxçîtiyê dikirin. Wan jî niha wek min jiyanê heq dikirin, ne kuştinê.” Ayşe destnîşan dike ku piştî komkujiyê hinek ‘zîhniyetên nîjadperest’ gotinên wekî ‘Baş bû. Lewre ew qaçaxvan û alîgirên teroran bûn’ gotine û dibêje: “Ez dibirsim gelo bûyer ji vê pêk tê? Çawa dibe ku kesekî ji bo ku qaçaxvan e mirinê heq dike? Ez difikirim ku herhal di wê rewşê de dîtina zarokê xwe, ji bo min dê biba trawmayeke mezin. Piştî ku min dîmenên bûyerê bi navbeynkariya çapemeniyê temaşe kir, bi awayê wijdanî ez ketim rewşeke gelek xerab. Derfet tune ye ku tu nefikirî ka cegera wan çawa dişewite, çawa xemgîn dibin, lewre ew dayîk in.” Ayşeya ku berteka xwe ji bo pêşniyara tezmînatê ya hikûmetê nîşan dide, diyar dike ku bûyer ne bi tiştên madî wek bi tezmînat, an xanî lê belê bi pêkanîna hawirdoreke ‘aştiyane’ tê çareserkirin. Ayşe balê dikşîne ku gel şîn negirtiye û derbarê komkujiya Qilabanê de fikrên xwe bi van gotinan vedibêje:
"Di mala şînê de her çiqas di maleke de ji yekê pirtir windayî hebe jî, meriv bi mehan diçin mala wan û ji ser xwe avêtina trawmayê ya malbatan re dibin alîkar. Lê piştî vê bûyerê tişteke wiha nebû. Lewre di her malek de heman êş hebû. Tu kesek, nikaribû ji kesê din re alîkariya psîkolojîk bike. Ev tiştek gelek bi êş e. Di bûyerên wiha de alîkariya psîkolojîk gelek pêwist e. Divê kesên pispor ji malbatên wê derê re bibin alîkar. Di gund de kesên ku piştî bûyerê aqil avêtine çêbûn. Nikaribûn herin nexweşxaneyê jî. Neçar man ku ji hecî û xoceyan hawarê bixwazin. Heyfa van mirovan? Divê hikûmet di cî de dest bavêje vê mijarê. Emîne Erdoganê jî çû serdana malbatên ku jiyana xwe ji dest dane. Got ‘Ew aştiyê dixwazin. Dizanin ku aştî li ba me ye. Hêviya wan ji me heye.’ Ger hûn vê yekê dizanin, çima hûn tiştek nakin?”
Fatma Kaşan jî anî ziman ku wek jineke, piştî ku li dîmenên ‘sawder’ yên Komkujiya Qilabanê temaşe kirine, gelek bi bandor bûye û helbesta ku di wê demê de rûniştiye û ji bo kesên ku di Komkujiya Qilabanê de jiyana xwe ji dest dane û derbarê dayîkên wan de bi kurdî û tirkî nivîsandiye, bi me re parve dike:
LAW (OĞUL)
Şev çû, xew qediya
Lawên rojhilatî sibehê wenda kirine
Veger ji qeyda zimên ket
Sibeh venagere û em li vir man
Di nav lawên kuştî de em wekî miriyên hezar salan in
Û em jî ji dil li vir venagerin
Oğullar geceye inmiş mağrur
Her biri dal reyhan
Gül teni kurban
Yoksulluğu ile onurlanan eski adamlar gibi
Bulutlardan bakışlar edinmiş
Oğullar!!!
On dördünde bin yıllık fermana yazılmış
Puşt pusuya
Hain hançere garip
Mem ile Tajdin
Mazlum ve Mahsum cenk hikâyelerinin aklını kalbine mühürlemiş
Teke tek dövüş kadim kılınmış bilirler
Ama
Üç yüz savaşçıya karşı meydana inen Beritanı anlarlar
Oğullar!
Gece ve gündüz ocağımızı terk etmiş bu ne alamettir
Rüzgârlar çıldırmış la ilahe illallah
Keklik sürüleri kayıp bu ne mahşerdir
Kekik kokuları ölmüş kıyamettir
Hewar! Hewar! Hewar!
“Lê lê dayê menale!
Xewn û xeyalên me amoş bike!
Mem û Zîn bi ava gulê ji qebrê rake!
Şûr û mertalên bi ala keziyên keçan ji Bahoz re rêke!
Ji mîrê mîran re nameyek binivîse!
Şêrên bi şîrê helal rêke!
Bibêje; “seydayê derd û kulan
Mîrê qeder û xeman
Şêxê bêkes û bêgunehan
Navê te Roj e bi sond û îman
Erş û aleman
Behr û ewran
Nêrgiz û gulan bigihîne sih û çar lawan
Şûrê qetlê derbas bibe li ser wan
Lê destê mirinê negeriya li ser çavan
Wan rêke bi gotinên derwêş û Edûlan
Xwîn sar nabe di dilê lawan de
Mirin xwe kuşt ji qehran
Ax xwe avêt mihacirî û koçeriyan
Şîr lewitî ji zilma bêqudret
Bê mîrat im bê mîrat
Rehma min bû goristana welat
Nemînim ez nemînim oy bira
Ev ne sih û sê guleyê bigîhije hawaran
Sih û çar sebiyan kuştin sih û çar teyaran
Lome nakim ji heyf û tolan
Seydayê reben û sêwiyan
Hozanê çiya û çeman
Derman bike vî derdê kurmancî
Em dayik mane sêwî”
Oğullar!
Bin bir muska ile kelimelerden ayetler giydirdiğimiz
Kehribar ve nazarlıklar ile dünya gözünden sakladığımız
Oğullar!
Kundak ve kefen bezi alacak kadar sermayemiz
Dört yaşına kadar açlığı avutan memelerimiz
Çıplaklığımızı örten toprak damlarımız
Yoksulluğumuzu şenlendiren bakır ve tunçtan sinilerimiz
Birde şahmaranı konuk ettiğimiz duvarımız
Saçları gece gibi aşiret kızlarımız
Gözlerinde ateş ve yıldızların parladığı oğullarımız
Gayrı neyimiz vardı birde keder ve gamımız
Lê lê dayê binale
Neyarê me qewmê bêkitab e
Edep ne nivîsîne ji hadîs û şerîfan
Gotibûn Hz. Ali roniya çavan
“Feqîrî şexsiyetek bûna, dê min ew qetil bikira bê guman”
Xwedî ferman feqîriya me kir keysa qetlan
Dayîka hesret û şewat
Bê war û bê cîhan
Wa xezalên çiyayî gihîştin zinaran
Wa em dimeşin sih û çar bira
Mij daket ser bijangan
Teyr û teyrik li asimanan girtî neman
Neyarê bêbext rê girtiye bi kemînan
Asîman qelişî ji dengê teyareyan
Agir ji nav dilê cîhanê bilind bû bi fîganan
Çavên birayê min ê biçûk dilerizîn
Tiştek kezaba min nehelandibû heta vê dema janê
Bi nozdeh birayên biçûk re star nedim ez bimirim ey cîhan!
Aqilê min nagihîje vê kuştinê dayê!
Sih û çar gule bes bûn ji bo em bên kuştin
Di êniyê de veke birîna sor a nêşûştî
Ji mirina me pir bûn ev çek
Sih û çar teyare û bombe
Dîrok û tarî
Helbest û şîn
Gul û gule
Çima dişibin hev di zimanê kurdan de?
Lo lo lawo bêqeder û bêwaro!
Dayîka te nemine siwaro!
Ez ê agir berdim qesr û qonaxan
Eşîran rêz bikim li ser hidûdan
Di singê xwe de vekim asîmanan
Bi xencera yaqût biqelişînim dilan
Yek bi yek biavêjim agiran
Dilê janê ketiye ser sih û çar lawan
Te berneda tu dem û dewran
Lo lo lawo ez heyran bi bav û kal
Nizanim çima şev naqede ajot sê hezar sal
Xew mir xeyal mir bişîne tariyê ev hal
Dergûşên morî û mircan şewitîn li newal
Tîna wî dîn bû dema rûnişt li rûyê Dayîkan
Ey sih û çar lawên lewend
Xweş mêr û aqilmend
Xwezî min xwe biavêta ber deriyên kor
Dil û kezeba xwe biavêtana agirê sor
Bidana ber şûr û xenceran ji jêr heta jor
Berê we vegeranda ji welatê jor
Xwezî hebûya xaliyeke min a ecem
Li ser wêne teyrê tawiz û karxezalên wenda ne herdem
Perçên we baniya ber hev hêdi û nerm
Min te pê bilefanda têr û germ
Niqrên mezin daniya ser êgir ji emrê we yê dirêj
Ji behra hêstiran bişûşta bi oxir û hasretên xweş
Te rê bikira axa fedîkar û bişerm
Lawo şîrîn û delalo!
Dayîka te bimirê qurbano!
Nizanim çawa we rê kirin lawo?
Diya te dîn bibe hawaro!
Oğullarım;
Yedi kanatlı gecelere haber salın
Şafağın atlılarına ateşler tutun
Geyiklerin kavminden merhameti sarının
Dersim Pirlerine Kürdi cem kurun
Resmi dillere şerh koyun
Şafağa vardık gayri gideceğimiz zaman kalmadı
Şimdi kader karar vermek zorunda
Ya bizim için kesin hükmü verecek
Ya bu kader kahredilecek
Werger: Meclîsa Jinan a Kurdî-Derê
Wêne-Kamera: Zehra Doğan
(zd/hp/xo)

