Dê Amed lî hemberî qirkirinan bimeşe
12:47
JINHA
AMED – Bi boneya meşa ku ji bo protestokirina qirkirinên di meha Adarê de û bîranîna kesên ku di wan qerkirinan de jiyana xwe ji dest dane Rêxistina BDP’ê ya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Tu hêzên tarî nikarin vîna gel ya azad asteng bikin. Em hêzên ku ev qirkirin kirine û hêzên piştevaniya van qirkirinan kirine bi tundî şermezar dikin. Em bang li hemû hêzên demokratîk yên Rojhilatanavîn dikin ku piştevaniya Rojava bikin û bên em bi hev re têbikoşîn.”
Daxuyaniya çapemeniyê li ber avahiya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ê hat xwendin. Daxuyanî bi boneya meşa sibê ya ji bo bîranîna kesên ku di qirkirina 16’ê Adarê li Helepçe û qirkirinên Roboskî, Geliyê Tiyarê û Qamîşlo de jiyana xwe ji dest dane dêbê li darxistin. Meş 16’ê Adarê ango sibê di saet 12.00’an de jî ber derê avahiya rêxistina BDP’ê despê dike. Li ber avahiya KCD’ê bi dawî dibe. Maş dê bi tevlîbûna STK yê despê bike. Girêdayî meşa sibê Cîgirê Hevserokê Navenda BDP’ê ya Amedê Eşref Mamedoglu daxuyanî da û got: “Di dîroka Kurdistanê de gelek bûyerên wiha bi hovane hatine jiyan kirin. Di qirkirina Helepçe de jî 5 hezaran zêdetir mirovên me hatin qetilkirin. Jî 7 hezaran zêdetir jî birîndar bûn û di encamê de berasteng bûn. Piştî qirkirinên Hîroşîma û Nagazaki yê qirkirina Helepçe tê. Em di 26’emîn salvegera qirkirina Helepçedenîn. Hîna Êşa me nûye û em birîndarîn.”
‘Helepçe qirkirinek şerma mirovahiyêye’
Eşref bi gelek qirkirinan re derbasbûna gekê kurd bibîrxist û got: “Qirkirinên meha Adarê şerma mirovahiyêye. Ne genaze ku ev qirkirinane di binhişiya gelê kurd de bê ji bîr kirin. Dîroka me bi qirkirinên wiha ku ne gengaze tucarî bên ji bîr kirin dagirtiye. Jî aliyê Rejîma Sedam ve li başurê Kurdistanê 180 hezar mirovên me bi operesonên enfalê hatin qirkirin. Di 16’ê Adara sala 1988’an de bajarê Helepçe jî aliyê balefirên Sedam ve bi bombeyên gaza jehriyê hat bombebarankirin. Ev bûyer di dîroka Kurdistanê de bû bûyera herî hovane. Di wê bomberaranê de jî 5 hazaran zêdetir mirovên me hatin qetilkirin. Jî 7 hezaran zêdetir jî mirovên me hatin birîndar kirin. Gelek ji wan birîndaran paşê berasteng bûn. Piştî qirkirinên Hîroşîma û Nagazaki yê qirkirina Helepçe tê. Em di 26’emîn salvegera qirkirina Helepçedenîn. Hîna Êşa me nûye û em birîndarîn.” Eşref destnîşan kir ku li Geliyê Tiyarê jî 36 HPG yî bi çekên kîmyayî hatîn qetilkirin. Eşref derbirî ku berdewam wê ji di sala 2011’an de li Roboskiyê piranî zarik 34 ciwan bi bimbebarana balefirên şer hatin qetil kirin.
‘Qirkirinan nekarî meşa kurdan ya azadiyê bidin rawestandin’
Paşê jî Eşref balkişand li ser qirkirina Qomîşlo û wiha got: “Di 12’ê Adara sala 2004’an de di maçek ya futbolê de 8 zarok hatin qetolkirin. Di encama merasîma cenazeyê wan zarokan de Rejîma Baas êrîşî girsê kirin û di encamê de bi qasî 52 kes hatin qetilkirin. Gelek kes hatin birîndar kirin. Nêzî 2 hazar kes jî hatin girtin. Di 12’ê Adara îsal de yanî berî niha çend rojan carekedinê li bajarê Qamîşlo di êrîşek bombeyi ya xwînxwaran de 10 weletiyên me hatîn qetil kirin.” Eşref anî ziman ku hêzên tarî tehemûlî deskeftiyên gelê Rojava nakin û dixwazin meşa azadiyê ya gelê kurd asteng bikin û got: “Tu hêzên tarî nikarin vîna gel ya azad asteng bikin. Em hêzên ku ev qirkirin kirine û hêzên pîştevaniya van qirkirinan kirine bi tundî şermezar dikin. Em bang li hemû hêzên demokratîk yên Rojhilatanavîn dikin ku piştevaniya Rojava bikin û bên em bi hev re têbikoşîn.”
Eşref diyar kir ku ji bo bîranîna kesên ku di qirkirina 16’ê Adarê ya Helepçe û qirkirinên Roboskî, Geliyê Tiyarê û Qamîşlo de jiyana xwe ji dest dane û protesto kirina wan qirkirinan dê sibê meşek li darbixin. Meş 16’ê Adarê ango sibê di saet 12.00’an de jî ber derê avahiya rêxistina BDP’ê ya Amedê despê dike. Li ber avahiya KCD’ê bi dawî dibe. Maş dê bi tevlîbûna STK yê despê bike. Eşref ji bo meşa sibê banga tevlîbûnê kir.
(zt)

