‘78 sal in ji bo wekheviyê têdikoşin’
10:16
JINHA
STENBOL- KA.DER bi minasebeta 5’ê kanûnê roja mafê jinê, bang li hemû partiyên siyasî kir û got ku bila di lîsteyên xwe yên hilbijartinê, mekanîzmayên biryaran de jinê esas bigirin û bila her tim jinek û mêrek bên bi cih kirin, li şûna kotayê bila pergala FERMUAR’ê bê pratîzekirin.
Jin li Tirkiyeyê di sala 1934’an de mafê bijartin û hilbijartinê girt. Bi vê minasebetê 5’ê kanûnê wekî roja mafê jinê tê pêşwazîkirin. Di sala 1934’an heya îro jin ji bo mafê xwe yê bijartin, hilbijartin, kar, hevser, mevkiyên siyasî têkoşîn dide.
Komeleya Piştevaniya Berendamên Jin (KA.DER) bi wesîleya vê rojê daxuyaniyeke nivîskî da û da zanîn ku ev wekheviye dixwazin. Li ser navê komeleyê ji Lîjneya Rêvbereriya Giştî Çîgdem Aydin, daxuyanî da û da zanîn ku 78 sal li ser girtina mafê bijartin û hilbijartinê derbas bû û 78 sal in jin ji bo temsîliyeteke wekhev di nava têkoşînê de nin.
‘Pergala FERMÛAR’ê girîng e’
Çîgdem Aydin, destnîşan kir ku wekî KA.DER’ê bang li hemû partiyên siyasî dikin û dibêjin bila di lîsteyên xwe yên hilbijartinê, mekanîzmayên biryaran de jinê esas bigirin û bila her tim jinek û mêrek bên bi cih kirin. Çîgdem, wiha dirêjî da daxuyaniyê: “Di hemû mekanîzmayan de divê jinek û mêrek bê bi cih kirin. Navê vê pergalê jî pergala FERMUAR’ê ye. Li gorî me êdî kota terê nake. Ji ber ku di pergala kotayê de jî mêr her tim li pêş in û jin dîsa li paş dimînin.”
‘Ji bo pêşerojê wekhevî’
Çîgdem, got ku di qada polîtîk, civakî û aborî de wekheviyê daxwaz dikin. Çîgdem, daxuyand ku ji bo pêşeroja jin û zarokan divê jin her tim bi siyasetê re eleqedar be û wiha dirêjî da nêrînên xwe: “Lê di qada siyasî de hejmara jinê kêm e, ji ber ku jin li hemberî feraseta mêr zêde nikare berxwe bide. Heke di navbera jinan de yekitî pêş bikeve dê serdestiya mêr jî ji holê bê rakirin. Jin bi siyasetê re eleqedera be dê ev qas emir dirêj be.”
‘Bila astengî ji holê bê rakirin’
Çîgdem, di daxuyaniyê de bal kişand ser temsîliyeta jinê û wiha got: “Li Tirkiyeyê nîva nifûsê jin in, lê jin ji sedî 14.2 li parlamentoyê tên temsîlkirin. Ligel vê temsîliyetê qanûnên ku jinê diparêze nehatine derxistin. Xwediyê şermê seroken partiyên siyasî ne. Parlamentoyê 550 koltux hene, lê tenê 275 jin xwediyê vê koltuxê ne. Mafê jinê ji hêla mêr ve hatiye qaspkirin. Li pêşiya me hilbijartinen herêmî hene û di vê hilbijartinê de ji ber guhertina rêbazê dê qadê jinan bên tengkirin. Em li dijî vê ne û dibêjin Na! Divê pergala ku li hemberî jinê dibe asteng ji holê bê rakirin.”
Cîgdem, got ku piştî ku jin mafê bijartin û hilbijartinê girt, di dewreya 5’emîn de 18 jin bûn parlamenter, lê îro rewşa jinê li gorî berê xirabtire. Cîgdem wiha dawî anî daxuyaniyê: “Ji bo temsîliyeteke wekhev divê pergala ‘FERMÛARE’ bê pratîzekirin. Di her lîste û xebatan de bila jinek û mêrek cih bigire.”
(la)

